Werşeya Dêrikê careke din dest bi dirûtina maskan kir

Di demekê de ku Koronavîrus li herêmê berbelav e û şênî neçar in lepik û maskan li xwe bikin, werşeya girêdayî Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Dêrikê hewl dide pêwîstiya herêmê ji maskan bi cih bîne.

Werşeya Dêrikê careke din dest bi dirûtina maskan kir
Werşeya Dêrikê careke din dest bi dirûtina maskan kir
Werşeya Dêrikê careke din dest bi dirûtina maskan kir
Werşeya Dêrikê careke din dest bi dirûtina maskan kir
21 tebax, 2020   07:42
QAMIŞLO

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Koronavîrus (Covid-19) zêde belav dibe û der barê vê yekê de Rêveberiya Xweser gelek tedbîr girtin, di heman demê de saziyên xizmetguzariyê tevahiya derfetên xwe xistin xizmetê, herêmê dezenfekte dikin û maskan didirûn.

Li herêmên Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve hatiye ferzkirin, ji ber vê werşeyên Dêrikê yên girêdayî Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel careke din tevahiya projeyên xwe yên dirûtinê sekinandin û dest bi dirûtina maskan kir.

Li werşeyê 4 karker dixebitin û rojane 3 hezar maskan didirûn, paşê radestî Heyva Sor a Kurd dikin û ew jî taqîm dikin û li xebatkarên saziyan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û saziyên xizmetguzariyê belav dikin.

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Dêrikê û çavdêra werşeya dirûtinê Eyşa Izedîn axivî û got vîrus li herêmê belav bûye û ji bo pêwîstiyên herêmê ji maskan dabîn bikin, ev cara duyemîn e ku ew karê xwe disekinînin û dest bi dirûtina maskan dikin.

Eyşa Izedîn destnîşan kir ku destpêkê maskan li endamên saziyan û daîreyan belav dikin, ji ber ku di vê qonaxa zehmet de ew bi şev û roj kar dikin.

Li aliyekî din jî şênî biryara Rêveberiya Xweser a dema ji malên xwe derkevin maskan li xwe bikin, bi cih tînin.

(eh)

ANHA