Jinên Helebê li dijî sûcên tecawizê yên dewleta Tirk xwepêşandan li dar xist

Bi sedan endamên Kongreya Star a Helebê li dijî sûcê tecawizkirina keçeke ciwan a ji Êlihê daketin qadan, her wiha bang li jinan kir ku yekitiya xwe ava bikin.

Jinên Helebê li dijî sûcên tecawizê yên dewleta Tirk xwepêşandan li dar xist
Jinên Helebê li dijî sûcên tecawizê yên dewleta Tirk xwepêşandan li dar xist
Jinên Helebê li dijî sûcên tecawizê yên dewleta Tirk xwepêşandan li dar xist
Jinên Helebê li dijî sûcên tecawizê yên dewleta Tirk xwepêşandan li dar xist
21 tebax, 2020   10:09
HELEB

Efserekî artêşa Tirk bi navê Musa Orhan li Êlihê ya Bakurê Kurdistanê tecawizî keçeke kiribû û piştî çend rojan keça ciwan jiyana xwe ji dest dabû.

Îro endamên Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûdê li pêş navenda kongreyê ya li rojavayê taxê kom bûn û deqeyek rêz li ser rihê qurbaniya sûcê tecawizê girt.

Piştre endama rêveber a Weqfa Jinan Perîşan Reşîd axivî û îşaret bi pêwîstiya yekitiya tevahî jinan li hember rejîmên destpot ên ku mafên jinan înkar dikin, kir. Her wiha piştrast kir ku dê bi hemû hêza xwe têkoşîna ji bo rawestandina van sûcan bikin.

Ji bo şermezarkirina bûyera sûcê tecawizê, endamên Kongreya Star wêneyên Recep Tayyîp Erdogan, wezîrê karên hundir Suleyman Soylu û wêneyên efserê bi navê Musa Orhan şewitandin.

Di demekê de ku li Tirkiyê sûcên li dijî jinan zêde dibin, AKP’ê vekişîna ji Peymana Stenbolê ya li dijî tundiya li ser jinan, lêkolîn dike.

(fr)

ANHA