Milîsên Wîfaq êrişî xwepêşandêrên li rojavayê Terablusê kir

Kom û milîsên girêdayî hikumeta Wîfaqê duh bê ser û ber gule li xwepêşandêrên li bajarê Zawiyê yê rojavayê Terablusê reşandin. Xwepêşandêr di encama rewşa debarê û kêmbûna xizmetguzariyên giştî li welat de çalakî li dar xist.

Milîsên Wîfaq êrişî xwepêşandêrên li rojavayê Terablusê kir
21 tebax, 2020   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvanan got çekdarên girêdayî milîsên Seriya yekemîn li Zawiyê yên bi serkêşiya Mihemed Behron bi nasnav "Far" gule li xwepêşandêrên li dijî hikumeta Wîfaqê reşandin. Xwepêşandêr ji ber pirsgirêkên di xizmetguzariyên gştî, bi taybet kehrebe, derengmayîna mûçe, tevliheviya ewlehî ya bi sedema belavbûna çeteyan, daketin qadan. Her wiha xwepêşandêran diruşmên derkirina çete û rakirina serokê hikumeta Wîfaq Fayiz Sîrac berz dan.

Bi daxwaza dayîna mûçe, dabînkirina sererastkirina xizmetguzariyên giştî û guhartina berpirsên herêmê yên li bajêr û piştî xwepêşandêran rê girtin û teker şewitandin, li Zawiyê heta niha rewşeke bihêrs heye.

Ev xwepêşandan bilindbûna azarên debarê û aborî li welatekî bi petrolê dewlmend e diyar dike. Her wiha piranî lîbyayî barê van azar û pirsgirêkan hildigirin li ser hikumeta Wîfaqê.

(fr)