Hikumeta Sûriyê nahêle testên Koronavîrusê li bendên kontrolê yên li Şehbayê bên çêkirin

Hikumeta Sûriyê zext û dorpêça li dijî şêniyên Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê  bûne, didomîne û nahêle li bendên kontrolê testên Koronavîrusê werin çêkirin.

Hikumeta Sûriyê nahêle testên Koronavîrusê li bendên kontrolê yên li Şehbayê bên çêkirin
Hikumeta Sûriyê nahêle testên Koronavîrusê li bendên kontrolê yên li Şehbayê bên çêkirin
Hikumeta Sûriyê nahêle testên Koronavîrusê li bendên kontrolê yên li Şehbayê bên çêkirin
Hikumeta Sûriyê nahêle testên Koronavîrusê li bendên kontrolê yên li Şehbayê bên çêkirin
Hikumeta Sûriyê nahêle testên Koronavîrusê li bendên kontrolê yên li Şehbayê bên çêkirin
Hikumeta Sûriyê nahêle testên Koronavîrusê li bendên kontrolê yên li Şehbayê bên çêkirin
21 tebax, 2020   07:32
ŞEHBA-XANDΠ ELO

Li kantona Şehbayê gelek pêketiyên şewba Koronavîrusê (Covid-19) hatine tesbîtkirin. Tîmên tenduristiyê piştrast dikin ku vîrus ji bajarê Helebê derbasî kantonê bûye û hikumeta Sûriyê tedbîrên parastinê ji vîrusê nagire û li derî û bengên bi kantonê ve testan çêneke.

Du dergehên Şehbayê hene û raserî Helebê ne, yek li navçeya Ehdasê ye û ya duyemîn jî li gundê Dêr Cemal e. Hikumeta Sûriyê ji bo derbasbûna kel û pelan bacan ferz dike û nahêle gelek made derbasî herêmê bibin.

Ji ber ku ev her du rêgeh di destê hikumeta Sûriyê de ne, şêniyên Helebê bêyî ku testa Koronavîrusê ji wan re çêbe derbasî Şehbayê dibin. Der barê vê yekê de Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê gelek caran bang li hikumetê kiriye ku dergehan bigirin lê hikumetê banga rêveberiyê bi cih neanî û vîrus li kantona berbelav bû.

Piştî vîrus li Helebê belav bû, hikumetê bi zanebûn rêya di navbera Şehbayê û Helebê de vekir da ku zextê li Rêveberiya Xweser bike.

Têkildarî mijarê endamê Heyva Sor a Kurd a kantona Efrînê Mistefa Hacî ku li dergeha Dêr Cemal testan ji kesên derbasî herêmê dibin re çêdike, axivî û got: "Bendên kontrolê yên hikumeta Sûriyê bêyî ku testan ji sivîlan re çêke wan derbasî herêmê dike, her çi qasî ew testan ji rêwiyan re çêdike lê dîsa têrê nake, ji ber ku gelek caran bendên kontrolê rê nade, li gel vê yekê şêniyên Nubil û Zehraa her dem nahêlin test ji wan re çêbin."

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê û endamê Şaneya Aloziyê Mihemed Neso siyaseta hikumeta Sûriyê ya li hemberî şêniyên Efrînê yên li Şehbayê rexne kir û da zanîn ku hikumeta Sûriyê rêya çûn û hatinê ya di navbera Helebê û Şehbayê hêsan dike û jiyana şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê paşguh dike. Her wiha got du dergeh tevahiya şêniyên ji parêzgehên Sûriye tê re tên û her kes dizane ku li Sûriyê zêdetirî hezar nexweşên Koronavîrusê hene.

Mihmed Neso wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev siyaset dikeve xizmeta hikumetê ji bo zextê li Rêveberiya Xweser bike da ku tawîzan bide."

(eh)

ANHA