Mijarên rojnameyên erebî - 21 Tebax

Rojnameyên erebî îro behsa cezayên Amarîkayê yên li dijî hikumeta El-Esed, serdana Kazimî ji Washingtonê re û geşedanên li Lîbyayê kir.

Mijarên rojnameyên erebî - 21 Tebax
21 tebax, 2020   07:18
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: AMERÎKA DI SALVEGERA KOMKUJIYA XÛTAYÊ DE ŞÊWIRMENDÊ ESED CEZA KIR

Di vî warî de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: "DYA`yê di salvegera 7`an a komkujiya Xûtayê de ya ku rejîma Sûriyê bi bikaranîna çekên kîmyewî li gundewarên Şamê hate tawanbarkirin, beşeke din ji cezayan li dijî hikumeta El-Esed ferz kir. Vê carê şêwirmendên serokkomarê Sûriyê Beşar El-Esed para xwe ji cezayan girt.

Ceza li ser Yesar Îbrahîm cîgirê serokê Sûriyê, şêwirmenda wî ya çapemeniyê Lona El-Şibil û hevserê wê Mihemed Emar El-Saatî mezintirîn rayedarên partiya Baas a desthiladtar, hatin ferzkirin.

Her wiha ceza gihaştin fermanderên leşkerî yên niha û yên bere, ji ber ku xebatên agirbesta li Sûriyê asteng kirine, jê fermandarê Hêzên Parastina Nîştimanî Fedî Saqir, fermandarê Firqeta Çarem a Pasdarên Komarî Xiyas Dele, Samir Îsmaîl û Suhêl Hesen ê ku bi navê Nimir (piling) tê naskirin.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di daxuyaniyeke de got: “Ji bo bîranîna êrişa kîmyewî ya ku El-Esed li dijî Xûtayê pêk aniye û di encamê de zêdetirî hezar û 600 sûrî hatine kuştin, DYA 6 cezayan li dijî alîgirên rejîmê radigihîne.”

Moskovê jî gaveke nû ber bi firehkirina hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê ve avêt. Dergeha qanûnî ya online ya hikumeta Rûsyayê belgeyek belav kir. Li gorî belgeyê Şamê erd û rûberên deryayî li Laziqiye dane Rûsyayê da ku avahiyên girêdayî navenda tenduristiyê ava bike.”

EL-EREB: IRAQ DI DORPÊÇA DÎQETA AMERÎKAYÊ DE; PETROL, ENERJÎ, ÎSTÎSMARAT Û ÎRAN

Girêdayî kar û barên Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Ji serdana serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji DYA`yê re û hevdîtina wî bi serokê Amerîkayê Donald Trump re diyar bû ku Iraq vegerî çargoşeya têkiliya bi Washingtonê re. Petrol, enerjî, îstîsmarat û hebûna Îranê mijarên herî girîng ên vê têkiliyê ne ku rêveberiya Trump karî kontrol bike.

Turmp got şîrketên Amerîkayê tev li gelek projeyên lêgerîna petrolê li Iraqê dibin. Li aliyekî din El-Kazimî ragihand ku deriyên welêt ji şîrket û îstîsmaratên Amerîkayê re vekirine.

Di serdanê de wezîrê petrolê yê Iraqê Ihsan Ebdulcebar eşkere kir ku Wezareta Petrolê lihevkirinê xurt ku lêçûna wan digihêje milyar dolaran bi armanca pêşxistina binesaziya warên kargehên gazê û avakirina şirketeke enerjiyê ya nû li parêzgeha Zîqar îmze kirine.

Li ser asta siyasî jî, nesaxim rageşiya li ser hegemoniya Îranê, serokê Amerîkayê got welatê wî dixwaze alîkariya Iraqê bike heke Îranê tiştek kir. Ev nîşan dike ku şikandina hegemoniya Îranê li Iraqê ji bo rêveberiya Trump gelek girîng e.

Çavkaniyên ku bi Kazimî re bûn, ji rojnameya El-Ereb re bi bîr xistin: “Lihevkirinên pêşîn ên di navbera şandeya Iraqê û aliyê Amerîkayê de girêdayî warê enerjiyê gelek baş in. Her wiha piştrast kirin ku lihevkirinên girêdayî warên kehrebe û gazê bi şirketên mezin ên Amerîkayê re bi lêçûnên zêdetirî 4 milyar dolaran hatine îmzekirin.”

EL-BEYAN: KOORDÎNEYEKE LEŞKERÎ YA LÎBYA Û MISIRÊ LI DIJÎ ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK LI SIRTEYÊ

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: "Artêşa Lîbyayê piştrast kir ku ew amade ye li hember her êrişeke dewleta Tirk li Sirte û Cefrayê bisekine. Di heman demê de serokkomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî bang li hêzên welêt kir ku ji bo şer û pêkanîna erkên xwe ji bo parastina ewlehiya Misirê amade bin."

Çavkaniyên agahdar ji El-Beyan re piştrast kir ku fermanderiyên artêşên Lîbya û Misirê derbasî qonaxa koordîneya giştî bûne. Her wiha li hev kirine ku odeyek operasyonên hevbeş ava bikin û têkiliyek herdem bi hev re deynin. her du aliyan destnîşan kir ku ew amade ne li pêşiya dijmin bi sekinin û propagandaya veguhestina Sirte û Cefrayê û herêma Kevana Petrolê ji herêmek bê çek re red kir. Ev hemû li gel piştrastkirinên ku dewleta Tirk bi desteka yekser a Qeterê amadekariyên şer dike, çêdibin.”

(şx)