​​​​​​​Dibistana Nimûr Taykowendo beşdarî turnuvaya navnetewî ya Tunisê bû

Dibistana Nimûr Taykowendo ya herêma Cizîrê tev li turnuvaya Tunsê ya navdewletî (Bomzî) bû. Turnuva Online bi tevlibûna 19 dewletan li dar ket.

​​​​​​​Dibistana Nimûr Taykowendo beşdarî turnuvaya navnetewî ya Tunisê bû
​​​​​​​Dibistana Nimûr Taykowendo beşdarî turnuvaya navnetewî ya Tunisê bû
​​​​​​​Dibistana Nimûr Taykowendo beşdarî turnuvaya navnetewî ya Tunisê bû
​​​​​​​Dibistana Nimûr Taykowendo beşdarî turnuvaya navnetewî ya Tunisê bû
​​​​​​​Dibistana Nimûr Taykowendo beşdarî turnuvaya navnetewî ya Tunisê bû
​​​​​​​Dibistana Nimûr Taykowendo beşdarî turnuvaya navnetewî ya Tunisê bû
​​​​​​​Dibistana Nimûr Taykowendo beşdarî turnuvaya navnetewî ya Tunisê bû
19 tebax, 2020   13:52
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Bi sponseriya Yekitiya Werzîşê ya Tunisê, master Emîn Xelîfe turnuvaya Tunisê ya navdewletî ya lîstoka Taykowendo (Bomzî), li dar xist. Ji ber belavbûna şewba Koronayê li piraniya welatên cîhanê, turnuva bi rêya Online hate lidarxistin.

19 dewletên Rojhilata Navîn û Afrîkayê beşdarî turnuvayê dibin, ku hinek ji wan bi zêdetirî tîmekê beşdar bûne. Dê dibistana "Nimûr Taykowendo" ya herêma Cizîrê li ser astê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bibe.

Zêdetirî 20 lîstokvanên dibistanê yên ji temenên cuda û ji gelek bajarên herêmên Cizîrê beşdarî turnuvayê bûne.

Lîstokvanên dibistana "Nimûr Taykowendo" beşdarî hemû çalakî û turnuvayên cîhanî yên salane dibin, ku piştî belavbûna Koronavîrusê êdî hemû çalakiyên bi awayê Online tên lidarxistin.

Ji destpêka îsal de dibistana Taykowendo beşdarî gelek çalakiyan bû û gelek xelat bi dest xist, ji wan xelatên ji Misir û Qudisê.

Turnuva di 18`ê vê Tebaxê de dest pê kir û dê heta 28`ê vê mehê dewam bike. Yekitiya Afrîkayê ya Taykowendo, Komîteya Olompî ya Tunisê û Yekitiya Lîstoka Taykowendo, çavdêriya wê dikin.

Da ku endamên tîmê astên pêşketî di turnuvayê de bi dest bixin, dibistanê ji bo lîstokvanan saetên perwerdeyê diyar kir û tedbîrên xweparastinê di ber çavan re digire. Her wiha lîstokvan li malê jî perwerdeya xwe dibînin.

Serokê kluba "Nimûr Taykowendo" Ebdulezîz Abî ji ANHA`yê re diyar kir ku di turnuvayê de tevgerên pêşandanê yên lîstokvanên beşdar bûne ji aliyê 14 kesên pspor ên navnetewî ve tên nirxandin. Serokê Yekitiya Afrîkayê Elî Nûr tevî 9 endamên din çavdêriya derxistina encaman dikin.

Abî destnîşan kir ku hemû kesên ku lîstoka Taykowendo dilîzin dikarin bi navên dibistanên xwe  beşdarî turnuvayê bibin û ne şert e ku bi navê Yekitiya Werzîşê ya welatê ew lê ne, beşdar bibin.

Dibistana Nimûr Taykowendo heta niha 32 turnuvayên cîhanî û erebî bi dest xistiye. Her wiha hejmareke endamên wê di astên navnetewî de cih digirin û geleek xelat bi dest xistine.

Hêjayî gotinê ye ku di 2019`an de dibistana Nimûr Taykowendo di turnuvaya li Urdunê hatiye li darxistin de, asta yekemîn li ser Rojhilata Navîn bi dest xist. Her wiha tîma "Roj" a jinan di nava 21 dewletan de asta yekemîn bi dest xist.

(cx)

ANHA