Piştî aloziyê… şandeyeke ewlehiyê ya Misirê çû Xezayê

Îro ji bo şopandina dosyaya agirbesta di navbera komên Filsitîn û Îsraîlê de şandeyeke ji Misirê  çû Xezayê.

Piştî aloziyê… şandeyeke ewlehiyê ya Misirê çû Xezayê
17 tebax, 2020   11:29
XEZA

Misir ku serkêşiya diyalogên têkildarî agirbesta di navbera Îsraîl û Filistînê de dike, şandeyeke ewlehiyê ji bo şopandina dosyaya agirbestê ya di navbera her du aliyan de şand Xezayê.

Ji bo nîqaşa şerê dawîn û ferzkirina Îsraîlê ya tedbîrên tund ên dorpêçkirina Xezayê ji zêdetirî 14 salan ve, dê şande bi fermandarên tevgera Hemas û komên Filistînê re bicive.

Hin çavdêr dibînin ku dê şandeya ewlehiyê ya Misirê aramiyê vegerîne, di heman demê de bihêle Îsraîl dorpêça li ser Xezayê sivik bike û şertên agirbestê yên xebata projeyên navneteweyî li Xezayê pêk bîne.

Di heman çarçoveyê de şîrovekarê kar û barên leşkerî yê malpera Walla ya Îsraîlê Emîr Boxebût got şandeya ewlehiyê ya Misirê dê li hemberî erêkirina derbasbûna pereyên Qeterê agirbestê ji tevgera Hemasê re bixwaze.

(eh)

ANHA