Cezayên nû li kesên dan û standinê bi hikumeta Esed re dikin, hatin birîn

Rayedarên Amerîkayê eşkere kir ku dê hin cezayên din ên giran li kesayetên nêzî hikumeta Beşar Esed di demeke nêz de bên birîn, yek ji wan jî berpirsê banka Lubnanê ye.  

Cezayên nû li kesên dan û standinê bi hikumeta Esed re dikin, hatin birîn
17 tebax, 2020   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Wall Street Journal rayedarên amerîkayî û rojavayî amadekariya ferzkirina cezayên nû dikin.

Rayedarên amerîkî û rojavayî got ew kesên dê ceza lê bên birîn, alîgirên hikumeta Esed ên li Lubnan û dewletên dîtir, her wiha şîrketên hevpeyman, şîrketên dîtir ên li Ewropayê yên girêdayî malbata Esed û karsazê ji Sûriyê yê navdar ê girêdayî Esed in.

Girêdayî mijarê, berpirsê rêveberiya Trump eşkere kir ku bi awayekî taybet berpirsên mezin ên li Lubnanê, jê jî berpirsê banka navendî Riyad Selam ji pêşkêşkirina alîkariyan ji hikumeta Esed re hişyar kirin.