Hêzên hikumetê çiyayê El-Zawiya topbaran kir

Hêzên hikumetê dîsa çiyayê El-Zawiya ya gundewarên başûrê Idlibê bi dijwarî topbaran kir.

Hêzên hikumetê çiyayê El-Zawiya topbaran kir
15 tebax, 2020   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê(SOHR) duh diyar kir ku nîvê şevê hêzên hikumetê herêmên Fitêra, Keferuweyid, Kensefra û Riweyha ya gundewarên başûrê Idlibê topbaran kir. Di heman demê de, balafirên keşfê yên Rûsya li ser asîmanê heremê geriyan.

Hêzên hikumetê duh gundên Sefhon, Kensefra û Fitêra yên çiyayê El-Zawiya ya gundewarên başûrê Idlibê topbaran kir.  Di heman demê de çeteyan baregehên hêzên hikumetê li bajarê Seraqib a gundewarên rohilatê Idlibê, topbaran kir. Lê encamên topbaranê nehatin zelalkirin.