Mayînek li navçeya Baxozê teqiya...sivîlek birîndar bû

Mayînek li navçeya Baxozê ya li gundewarên rojhilatê Dêrazorê teqiya û di encamê de sivîlek birîndar bû.

Mayînek li navçeya Baxozê teqiya...sivîlek birîndar bû
15 tebax, 2020   11:06
DÊRAZOR

Mayîn li mala sivîlekî li navçeya Baxozê teqiya. Di encama teqînê de sivîlek di giranî birîndar bû û yekser şêniyan ew rakir nexweşxaneyên herêmê.

Kadroyên Tenduristiyê destnîşan kirin ku ew neçar man ku destê kesê birîndar bibirin û anîn ziman ku rewşa kesê birîndar hîn ne aram e.

ANHA