Di salvegera rizgarkirina Minbicê de sazî hatin xelatkirin

Di salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê de îro Komîteya Amedekar a çalakiyên 15’ê Tebaxê serdana gelek navendên leşkerî kirin û xelat pêşkêşî wan kirin.

Di salvegera rizgarkirina Minbicê de sazî hatin xelatkirin
Di salvegera rizgarkirina Minbicê de sazî hatin xelatkirin
Di salvegera rizgarkirina Minbicê de sazî hatin xelatkirin
Di salvegera rizgarkirina Minbicê de sazî hatin xelatkirin
Di salvegera rizgarkirina Minbicê de sazî hatin xelatkirin
15 tebax, 2020   10:41
​​​​​​​MINBIC

Îro 15 Tebaxê ye û  salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê ji DAIŞ’ê ye. Her sal şêniyên Minbicê ji dema rizgarkirina bajar a 2016’an de şahiyê li dar dixin. Lê belê îsal ji bo tedbîrên pêşîlêgirtina berbelavbûna Koronavîrusê şahî nehat lidarxistin.

Komîteya Amedekar a çalakiyên 15’ê Tebaxê di roja salvegera rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê serdana gelek navendan kir, jê jî Meclisa Leşkerî ya Minbic, Mala Gaziyan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Nivîsgeha Giliyan û Meclisa Malbatên Şehîdan û ew li ser kedên rizgarkirina bajêr û xizmeta şêniyan a piştî rizgarkirinê xelat kirin.

ANHA