Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku hevdîtinê bi muwekîlê re bikin serî li dozgeriyê da.

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
13 tebax, 2020   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber  Abdullah Ocalan;  Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç, Cengîz Yureklî û Faîk Ozgur Erol ji bo ku hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Parêzeran herî dawî piştî 8 salan di 2 û 22’yê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin pêk anîbûn.

Ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve bersiva 96 serlêdanên hevdîtinê nehatiye dayîn.