Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê navendeke din a karantînayê vekir

Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê Dibistana Şehîd Hogir a Kobanê veguherand navenda karantînayê da ku nexweşên Koronavîrusê pêşwazî bike.

Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê navendeke din a karantînayê vekir
13 tebax, 2020   09:36
KOBANÊ

Desteya Tenduristiyê tevahiya amûr û pêdiviyên taybet ji navendên karantînayê yên ku di demek berê de ava kiribûn, veguhastin Dibistana Şehîd Hogir a bajarê Kobanê.

Ji bo ku nexweş astengiyan di dermankirinê de nebînin û ji bo pêkanîna testên pêwîst, Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê hemû navendên berê, di navendekê de kom kirin.

Têkildarî mijarê hevserokê Desteya Tenduristiyê Ehmed Mehmûd got: “Me hemû pêdiviyên karantînayê di cihekî de kom kirin.”

Mehmûd destnîşan kir ku ji ber egera ku nexweş zehmetiyê di veguhastinê de nekişînin û baş werin dermankirin, wan wisa kiriye.

Di navenda nû de 65 nivîn û odeyeke rewşa awarte tevî odeya rontgenê û navenda testan hene. Li navenda nû du beş hene, yek ji bo nexweşên vîrusê û ya din ji bo kadroya tenduristiyê û amûrên tenduristiyê.

Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê piştî ku Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 4 kes ji 171 nexweşan li tevahiya herêmê, li bajarê Kobanê bi Koronavîrusê ketine, ev tedbîr girt.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/K-YYm7yzBug" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>