Îsraîl dorpêçê tundtir dike û êrişî Xezayê kir

Artêşa Îsraîlê bersiva balonên sojer ên li dijî baregehên xwe da û êrişî nuqteyên komên Filistînê yên çekdar kir.

Îsraîl dorpêçê tundtir dike û êrişî Xezayê kir
13 tebax, 2020   09:40
XEZA

Artêşa Îsraîlê rêzeêriş li dijî nuqteyên tevgera Hemasê û komên Filistînê yê din ên li herêmên Xezayê pêk anîn.

Di encama êrişan de zirarên mezin li derdora herêmên bûbûn armanc çêbûn, lê windahî tune bûn. Artêşê bi moşek û balafirên keşfê dibistaneke UNRWA’yê kir armanc û ji ber êrişê dibistan hate valakirin.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê daxuyand ku wê bi balafir û firokeyên şer û tankên artêşê êrişî nuqteyên rêxistina Hemasê ya li Xezayê kir.

Artêşa Îsraîlê gefa êrişan xwar û tevgera Hemasê wek berpirsa vê yekê dibîne.

Di heman çarçoveyê de, Îsraîlê biryar da ku sotemenî derbasî Xezaya nebe ku ev 14 sal e di dorpêçê de ye. Ev jî dibe ku bibe sedem şerê di navbera koman û artêşa Îsraîlê de zêdetir bibe.

 (eh)