Li Dêrazorê aşekî navendî hate vekirin

Ji ber ku li aşên taybet kalîteya ard ne baş bû, şêniyan gazin dikirin, lewma Komîteya Firin û Aşan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê li herêmê aşekî navendî vekir. Aş dê rojane 150 ton ard hilberîne.

Li Dêrazorê aşekî navendî hate vekirin
13 tebax, 2020   09:14
DÊRAZOR-ELÎ SALIH

Berî niha Rêveberiya Firin û Aşan xwe dispart aşên taybet ên li gundewarên rojava, rojhilat û bakurê bajêr. Hejmara van aşan 12 bû û xwedanên aşên taybet genimê li wan hatibû belavkirin û kalîteya wê ne zêde baş bû, bi genimekî baştir diguherand û li bazara reş difirot. Ji ber vê yekê bandor li kalîteya ard dikin û rêjeya madeya nexalê anku kismûka genim ji miqdarê genimê qeşartî ji sedî 23 bû.

Di demên dawîn de şêniyên Dêrazorê zehmetiya kalîteya nan dikişandin û ji ber ard ne baş bû, zêde gazin dikirin, Rêveberiya Firinan aşekî navendî vekirin û dê li 130 firinên gundewarên Dêrazorê ard belav bike û rojane derdora 200 tonî hilberîne.

Têkildarî 50 tonên din gerînendeyê rêveberiyê Mahir Hemed da zanîn ku niha amadekariya vekirina aşekî din tê kirin, ew jî dê rojane 50 tonî hilberîna û pêwîstiyên firinan ji ard dabîn bike û paşê dê pêwîstiya aşê girêdayî Rêveberiya Jinan a Dêrazorê jî bi 30 tonî dabîn bike.

(eh)

ANHA