Qanûna "Parastina milkên kesên ne amade" dê ji nû ve were sazkirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dpêkanîna qanûna "çavdêr û parastina milkên kesên ne amade" rawestand û dê ji nû ve saz bike.  Ev yek piştî rexneyên gel û dezgehên çapemeniyê pêk hat.

Qanûna "Parastina milkên kesên ne amade" dê ji nû ve were sazkirin
12 tebax, 2020   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî biryara Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkanîna qanûna hejmar (7) a 2020`an ku bi qanûna "parastin û çavdêriya milkên kesên ne amade " tê binavkirin, hate rawestandin. Da ku ji nû ve bê sazkirin û li gorî xwestek û mafên gelên herêmê be.

Rêveberiya Xweser di rûniştina xwe ya çarşema borî de ev qanûn derxistibû.

(cx)

ANHA