​​​​​​​Parêzerên Lubnanê li dijî 28 rayedaran gilînameyeke rakir

Li navrasta Beyrût ê, careke din di navbera xwepêşandêr û endamên Hêzên Têkoşîna dijî Tevlîheviyê de, şer derket. Li aliyekî din komeke parêzeran li dijî 28 rayedarên berpirsên teqînê ku di nava wan de serokên hikumetê û berpirs hene, gilînameyeke dozgerî pêşkêşî dadmenda lêpirsînê yê Beyrûtê kir.

​​​​​​​Parêzerên Lubnanê li dijî 28 rayedaran gilînameyeke rakir
11 tebax, 2020   18:09
BEYRÛT

Li navenda Beyrûtê hejmareke xwepêşandêran kevir û lîstokên agirî avêtin endamên Hêzên Têkoşîna li dijî Tevlîheviyê. Endamên Hêzên Têkoşîna li dijî Tevlîheviyê ji bo veqetandina xwepêşandêran bombeyên rondikrêj bi kar anîn û guleyên plastîkî avêtin xwepêşanderan.

Şer heta nêzî wezareta peywendiyan û parlamentoyê belav bû. Xwepêşandêran kevir avêtin endamên Hêzên Têkoşîna li dijî Tevlîheviyê û ji bo xwe ji bombeyên rondikrêj biparêzin text bi kar anîn.

Piştî derbasbûna hefteyekê di ser teqîna peravê Beyrûtê re, hejmareke welatiyên Lubnanê li cem peykera Muxterêb, protestoya hevgirtinê bi malbatên qurbanî û şehîdan re li dar xist. Her wiha ji Cemêze heta Mar Mixayil meşiyan.

Li aliyekî din jî, komeke parêzeran îro gilînameyeke  li dijî 28 rayedarên berpirsên teqîna peravê pêşkêşî dadmenda lêpirsînê yê Beyrûtê kir.  Ji rayedarên ku gilîname li wan hatiye rakirin, serokê hikumeta birêvebirinê yê niha, serokên berê yên hikumetê, rayedarên din ên niha û berê û di serî de wezîrê xebatan, wezîrê diravî, fermandarê artêşê, rêveberê giştî yê ewlehiya giştî, rêveberê giştî yê îstixbaratên artêşê, rêveberên giştî yên ewlehiya dewletê, rêveberiya gumrikê û rêveberê perava Beyrûtê. Her wiha gilîname li dijî dadmendê taybet bi vê dozê û hinekên din ku wekî berpirsên vê sûcî tên nîşandan, pêk hat.

(cx)