Iraq êrişa Tirkiyê ya li dijî herêma Sîdekanê şermezar kir

Serokatiya Komara Iraqê êrişa bi balafireke keşfê ya Tirkiyê li dijî herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wekî binpêkirineke xeternak ji serweriya Iraqê re bi nav kir.

Iraq êrişa Tirkiyê ya li dijî herêma Sîdekanê şermezar kir
11 tebax, 2020   18:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê serokê komara Iraqê bi daxuyaniyekê got, binpêkirinên leşkerî yên li ser hev ên Tirkiyê li xaka Iraqê, binpêkirineke xeternak a ji serweriya Iraqê re ye. Her wiha banga rawestandina hemû operasyonên leşkerî yên zirarê digihînin têkiliyên her du welatan kir û ji bo çareserkirina pirsgirêkên girêdayî sîron banga diyalog û lihevkirinê kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şaneya ragihandina ewlehiyê ya Iraqê îro sêşemê ragihand ku di bombebarana Tirkiyê ya li dijî herêma Sîdekanê de fermandarekî artêşa Iraqê hatibû kuştin.

(cx)