Pûtîn vedîtina yekemîn aşleya li dijî Koronavîruês ragihand

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, îro vedîtina yekemîn aşleya li dijî Koronavîrusê (Covid-19) ragihand.

Pûtîn vedîtina yekemîn aşleya li dijî Koronavîruês ragihand
11 tebax, 2020   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn îro di civîneke online de bi endamên hikumetê re vedîtina yekemîn aşleya li dijî Koronavîrusê ragihand.

Pûtîn diyar kir ku wî ji wezîrê tenduristiyê yê Rûsyayê Mixaîl Muraşko xwestiye ku detayên girêdayî aşleyê pêşkêş bike û got: “Ez dizanim ku aşle gelekî çalak e û xweparastineke aram çêdike. Ez dîsa dubare dikim, ev aşle di tevahiya testên pêwîst re derbas bûye.”

(şx)