Metirsî hene ku li Kobanê sergo bibe navenda belavbûna nexweşiyan

Bi belavbûna nexweşiya laşmanyayê re li hin gundên Kobanê û derketina rewşên nexweşiya Koronavîrusê li herêma Cizîrê re, sergoyên li Kobanê cihekî mezin di belavbûna nexweşiyan de digirin.

Metirsî hene ku li Kobanê sergo bibe navenda belavbûna nexweşiyan
4 tebax, 2020   06:54
KOBANÊ – SAMIR OSMAN

Li kantona Kobanê, li gundên derdora bajêr 4 sergo hene; Belê, Şêx Çobanî, Til Hacib û Sirînê. Ev sergo di nava gelek gundan de cih digrin û metirsî hene ku bibin navenda belavbûna nexweşiyan.

Şêniyên gundan ji ber belavbûna mêş û pêşûyan li cihê sergoyê (çop) bi gilî ne û ditirsin ku bibe sedema mirina sewalên wan û ziyanê bigihîne çandiniyê.

Li ser mijarê hevserokê Komîteya Şaredariyan a Katona Kobanê Hecî Mihemed Hecî got: “Şaredarî domdar gemarê dişewitîne, ji bo komkirina gemarê piştî şewatê tenê alavek hatiye veqetandin. Şaredarî hewl dide li ser sergoyekê kortan bikole û gemarê di wan kortan de bişewitînin da ku zirar negihêje welatî, çandinî û sewalan.”

Rêveberiya Giştî ya Jîngehê dermanên mêş û mûran li sergoyan direşîne, ev tedbîr tenê têrê nake, ji ber ku sergo mezin dibe û çareseriyên heyî têrê nakin.

Gundî jî li bendê ne ku çareserî ji bo parastina zarokên wan ji nexweşiyên mîna laşmanyayê re bê dîtin ku sedema wan gemar e.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Epw_TnYbbjw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>