Balafireke şer li nuqteyên Îranê yên li Dêrazorê da

SOHR eşkere kir ku, balafireke şer li nuqteyên Îranê yên li gundewarê Dêrazorê xistiye.

Balafireke şer li nuqteyên Îranê yên li Dêrazorê da
3 tebax, 2020   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafên a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafireke şer a nenas li nuqteyên milîsên Îranê yên li herêma Hîzam Exder a başûrê bajarê Bûkimal ê Dêrazorê da.

Li gorî SOHR, balafirên ne nas, ji saetên 05:00 li gorî dema Sûriyê heta saet 09:00'an nuqteyên hêzên Îranê yên li baregeha Îmam Elî û çolistana Bûkimal ê gundewarê rojhilatê Dêrazor kirin hedef. Hate ragihandin kuştî û birîndar çêbûn û baregeh û depoyên çekan hatin rûxandin.