​​​​​​​Meclisa PYD'ê ya Lubnanê komkujiya li Şengalê şermezar kir

PYD'yê ya Lubanên bi çalakiyekê komkujiya li Şengalê şermezar kir.

​​​​​​​Meclisa PYD'ê ya Lubnanê komkujiya li Şengalê şermezar kir
3 tebax, 2020   20:32
BEYRÛT

Bi dehan endamên Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Lubnanê li Beyrûtê kom bûn, komkujiya Şengalê ya ku çeteyên DAIŞ'ê 3'yê Tebaxa 2014'an pêk anîbûn şeremzar kir û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn.

Di kombûnê de endamê PYD'ê Ehmed Tirkî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê komkujiya li Şengalê û hevkarên sûcdarên komkujiyê hatin şermezarkirin.

Her wiha berxwedana HPG, YPG û YPJ'ê yên ku kerîdora mirovahiyê vekir û zêdeyî du sed hezar ji komkujiyê rizgar kir, hate silavkirin.

Di daxuyaniyê de piştevaniya bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re hate destnîşankirin.

ANHA