Erebistana Siûdî mekanîzmaya lezkirina xebatên Peymana Riyadê pêşkêşî Yemenê kir

Ajansa nûçeyan a Erebistana Siûdî ragihand ku Erebistana Siûdî mekanîzmayek ji bo lezkirina xebatên pêkanîna Peymana Riyadê da hikumeta Yemenê û Meclisa Demkî ya başûr.

Erebistana Siûdî mekanîzmaya lezkirina xebatên Peymana Riyadê pêşkêşî Yemenê kir
29 tîrmeh, 2020   06:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî Siûdî diyar kir ku ji ber hikumeta Erebistana Siûdî girîngiyê dide pêkanîna lihevkirina Riyadê ya di navbera hikûmeta Yemen û Meclisa Demkî ya başûr de ku di Mijdara 2019`an de hate îmzekirin û ji bo berdewamkirina xebatên Erebistana Siûdî di pêkanîna aramî, ewlehî û pêkanîna Peymana Riyad de, Erebistana Siûdî mekanîzmaya lezkirina xebatê  bi rêya lihevkrina li ser van xalan pêşkêş kir:

- Agirbesta di navbera hikumeta rewa û meclisa demkî a başûr de ku di 22`yê Hezîrana 2020`an dest pê kiribû, berdewam bike.

- Meclisa demkî ya başûr radigihîne ku dev ji Rêveberiya Xweser berdide û dest bi pêkanîna lihevkirina Riyadê dike, rêveber û gerînendeyê ewlehiya parêzgeha Edenê, erkdar dike.

- Serokwezîrê Yemenê ji bo avakirina hikumeta siyasî di nava 30 rojan de tê erkdarkirin.

- Hêzên leşkerî ji Edenê ber bi derveyî parêzgehê ve têne şandin, hêzên her du aliyan li Ebyen ji hev têne cudakirin û wan li baregehên berê vedigerînin.

- Biryar ji bo avakirina endamên hikumeteke ku wekheviyê bixe navbera bakur û başûr û ji wan wezîrên ji meclisa demkî ya başûr hatine hilbijatin, were derxistin. Her wiha dest bi xebatên xwe li Edenê bikin, pêkanîna lihevkirina Riyadê bi hemû xalên wê, berdewam bikin.

(bx)