Têkildarî Qanûna Qeyserê panelek hate lidarxistin

Aloziya Sûriyê, qanûna Qeyser û bandora wê li ser gelê Sûriyê û tedbîrên ku Rêveberiya Xweser li hemberî wê girtine, di panelekê de hatin vegotin.

Têkildarî Qanûna Qeyserê panelek hate lidarxistin
Têkildarî Qanûna Qeyserê panelek hate lidarxistin
Têkildarî Qanûna Qeyserê panelek hate lidarxistin
18 tîrmeh, 2020   17:44
HELEB

Buroya MSD'ê ya Helebê bi navê "Qanûna Qeyser bandora wê li gelê Sûriyê û asoyên çareseriyê"  panelek li hola civînan a meclisê li dar xist. Bi dehan endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl, kesayetên serbixwe û mamoste û endamên MSD'ê di panelê de amade bûn.

Piştre deqeyeke rêzgirtin, hevserokê MSD'ê yê buroya Helebê Mirî Şibilî bi xêrhatina beşdaran kir û got, armanca wan sûriyeke nû, destur û qanûneke nû ava bibe da ku Sûriyê bibe welatekî şaristanî û demokratîk.

 Endama Meclisa Serokatî ya MSD (Şaxê Helebê) Fehîma Hemo got: "Aloziya Sûriyê derbasî sala xwe ya 9'an bûye, ku bi sed hezaran can kirin qurbanî, bi sed hezaran jî dan koçberkirin, bi hezaran mirov birîndar kir, bi hezaran hatin girtin û windayî ne. Bi dehan bajar û gund bûn kavin, lê heta niha civaka navdewletî nedikarî çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re bibîne ku karibe hêviyên gelê wê bi cih bîne."

Fehîma diyar kir ku bi aloziyê re qada aborî jî hilweşiya û bal kişand ser cezayên Qanûna Qeyser ya ku Amerîka li ser Sûriyê ferz kiriye û got: "Di 17'ê Hezîrana 2020'an de rêveberiya Amerîkayê bi navê Qanûna Qeyser rêze cezayên nû li ser kesayet, şirîketên Sûrî û biyanî yên alîgirên rejîmê Sûriyê kir. Ev qanûn vetoyên domdar ên Rûsyayê ji biryarên Konseya Ewlekariya ya derbarê aloziya Sûriyê re derbas kir, ku di her hewldanên navdewletî de yên ji bo çareserkirina siyasî ji aloziya Sûriyê re veto dike."

TEDBÎRÊN RÊVEBERIYA XWESER

Fehîma Hemo destnîşan kir ku qanûna Qeyser ne ji bo herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê tevî vê pê bandor bû û got: "Li hemberî encamên vê qanûnê Rêveberiya Xweser gelek tedbîr girtin, şaneya aloziya aborî ava kirin, komîte ava kirin da ku planên rêveberiyê yên ji bo pêşxistina rewşa jiyanî ya niştecihên herêmê û koçberan bişopîne."

Fehîma Hemo di dawiya axaftina xwed e diyar kir ku MSD'ê banga diyalogên Sûrî-Sûrî û avakirina kongreyeke niştimanî dike ji ber ku çareseriyên tekane ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, nenavedî ye ku mafên hemû pêkhateyan mîsoger dike.

ANHA