Xalid Ekaşa: Misirê bi tetbîqatên leşkerî nîşan dide ku dê xetên sor biparêze

Rêveberê Navenda Raman û Lêkolînê Stratejîk a Misirê Xalid Ekaşa got: "Tetbîqatên Mirisê nîşan dide ku Misir amade ye sînorê xwe biparêze, nahêle xetên sor ên ku li Lîbyayê diyar kirine werin derbaskirin."

Xalid Ekaşa: Misirê bi tetbîqatên leşkerî nîşan dide ku dê  xetên sor biparêze
11 tîrmeh, 2020   02:25
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Hêzên çekar ên Misirê bi hemû şaxên xwe yên sereke (Bejahî, deryayî, asîmanî û parastina asîmanî) tetbîqata leşkerî li aliyê rojava yê stratejîk pêk anî.

Wezîrê Parastinê yê Misirê general Mihmed Zekî beşdarî tetbîqatê bû.

Tetbîqata hêzên Misirê piştî daxuyaniyên Sekretêrê Giştî yê NY`yê Antonio Guterres pêk hat ku gotibû: " Ji ber tevgerên li bajarê Sirtê yê Lîbyayê gelek fikar hene."

Demek beriya niha serokê Misirê Abdulfetah El-Sîsî gotibû bajarê Sirtê ji bo ewlehiya neteweyî ya welat "Xeta sor" e.

Li gorî çavdêran, bi zêdebûna aloziya di navbera Misir û Tirkiyê de ya bi mijara Lîbyayê, li herêmê rewşeke xeter heye.

Girêdayî mijarê rêveberê navenda Raman û Lêkolînênên Stratejîk a Misirê ragir (emîd) Xalid Ekaşa ji ANHA'yê re axivî û got, Misirê bi tetbîqata xwe ya leşkerî ya "Hesim 2020" hêzên xwe li eniyên leşkerî yên stratejîk ên rojava datîne, ev nîşan dide ku hêzên wê di asta herî jor a amadekariyê de ne.

Her wiha destnîşan kir ku armanca Misirê ji tetbîqatê sînorê xwe biparêze û di asta herî jor a amadebûnê de be û wiha domand: "Di vê tetbîqatê de perwerde li ser erkên bi bandor tên kirin. Pisporên stratejîk û leşkerî yên Misirê texmîn dikin ku heke pêşketineke pêk were an jî rewşa hundirîn a Lîbyayê gur bibe Misirê neçar bimîne ku operasyonan li derveyî sînorê Misirê pêk bîne û dê ev erk bikevin dorê. Nemaze ku sînorek di navbera wê û Lîbyayê de ye."

 

Ekaşa bi domdarî got: "Hemwext, li herêmê 4 tetbîqatên leşkerî yên Misirê li gorî vê asta bilind a beşdarbûn û çekan têne kirin. Ev yek diyar dike ku Misirê tetbîqatên leşkerî yên ku Tirkiyê ragihandiye daye ber çavê xwe. Serokê Misirê Abdulfetah El-Sîsî destnîşan kiribû ku hêzên çekdar ên Misirê ji bo parastina sînorên xwe amade ye.

Rêveberê Navenda Raman û Lêkolînên Stratejîk a Misirê diyar kir ku Misir di asta herî jor a amadebûnê de ya da ku sînorê xwe û zarokên ji neteweya xwe li gorî xetên sor ku diyar kiribûn biparêze û nahêle ev xet werin derbaskirin.

(eh)

ANHA