Li Tirbespiyê şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Şêniyên navçeya Tirbespiyê şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya girtîgehên Tirkiyê bi bîranîn.

Li Tirbespiyê şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
9 tîrmeh, 2020   18:02
QAMIŞLO

Bîranîn bi beşdarbûna bi dehan şêniyan ji aliyê navenda Hêzil a Çand û Hunerê ve li Hola Nadî Siyahî ya bakurê navçeyê hate lidarxistin.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Cîgirê hevserokatiya Meclisa Navçeya Tirbespiyê Mihemed Hecî Ferhan bi xêrhatina beşdaran kir û  îşaret bi siyasetên dijber ên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê û gelê Kurd bi taybet. Ferhan got, berxwedana girtîgehan û îradeya xurt a girtiyan çirûska şoreşa li hemberî zilm û faşîzmê pêxist ku hîna berdewam e.

Piştre belgefîlmek li ser berxwedana girtîgehê ya bi pêşengtiya şehîd Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek hate pêşandan.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/T2TLmRSDldQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>