Tevî bertekên navneteweyî jî dibe ku Îsraîl vê mehê serweriya xwe li Difa El-Xerbiye ferz bike

Rojnameya Jerusalem Post ragihand ku nîqaşên di navbera rêveberiya Amerîka û hikumeta Îsraîlê de li ser plana tevlêkirina Dîfa El-Xerbiye hê jî berdewam in, her wiha hê jî şansê pêkanîna planê di vê mehê de heye.

Tevî bertekên navneteweyî jî dibe ku Îsraîl vê mehê serweriya xwe li Difa El-Xerbiye ferz bike
8 tîrmeh, 2020   10:16
XEZA

Rojnameya Jerusalem Post a Îsraîlê li ser zimanê çavkaniyekî ji rêveberiya Amerîkayê daxuyand ku nîqaşên di navbera hikumeta Îsraîlê û rêveberiya Amerîkayê de berdewam in, her wiha pêkanîna planê bi hevkariya rêveberiya Trump di vê mehê de heye yan jî ragihandina li ser pêngavên di vê derbarê de pêk tên.

Jerusalem Post bal kişand ser ku ‘Koma Aştiyê’ ya bi serkêşiya zavayê serokê Amerîkayê û şêwirmendê wî Jared Kushner dê bi beşdariya nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê Avi Berkovich, endamê Meclisa Ewlehiyê ya Nîştimanî ya Amerîkayê û komîteya Amerîka-Îsraîlê Scott Faith rêzecivînan li Koşka Spî di vî alî de li dar bixin. Tê payîn ku Trump jî beşdar bibe.

Jerusalem Post bi bîr xist ku axaftin hene ku piştî serdana şaneya Amerîkayê ya taybet li Îsraîlê û pêkanîna rêzecivînên bi berpirsên Likud û Kahul Lavan re nîqaş li ser nêrîna hikumeta Îsraîl der barê mezinahî, soza tevlêkirin û herêmên ku di nava xwe de dihewînin, bên kirin.

Rojnameya Jerusalem Post destnîşan kir ku tevgerên hikumeta Îsraîlê li ser ferzkirina serweriya xwe li herêmên Difa El-Xerbiye hê jî di vê mehê pêkan in.

(fr)