Ji Sûriyê heta Lîbyayê dewleta Tirk hewl dide dagirkeriya xwe mayînde bike

Dewleta Tirk a dagirker di sepandina hebûna xwe li herêmên dagirkirî de berdewam dike û destwedana leşkerî bi rêya komkirina çete û terorîstan dike. Her wiha bi navên nîştimanî li Lîbyayê mîna avakirina ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ li Sûriyê, çeteyan bi kar tîne û dagirkirina xwe disepîne.

Ji Sûriyê heta Lîbyayê dewleta Tirk hewl dide dagirkeriya xwe mayînde bike
8 tîrmeh, 2020   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji destpêka aloziya Sûriyê de, dewleta Tirk çeteyên biyanî derbasî Sûriyê kirin ku şerê hêzên hikumeta Sûriyê û QSD’ê bi navên cuda mîna Cebhet El-Nusra, DAIŞ, Ehrar El-Şam û Fetih El-Şam û komên dîtir bike.

Van koman bi rêya piştevaniya Tirkiyê serwerî li gelek rûberên mezin kir, her wiha piranî fermandarên wan koman ên rêxistina El-Qaîde ya terorî ne, gelek komkujî û sûc pêk anîne ku rêxistinên navneweteyî, hiqûqî û mirovî belge kirin.

Pirbûna êrişên terorîst bû sedema fişara navneteweyî li dijî Tirkiyê, her wiha Tirkiyê hewl da van fişaran bi rêya avakirina çeteyên ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ binixumîne ku çeteyên wî gelek komkujî û sûc li gorî mikurhatinên rêxistinên navneteweyî pêk anîne.

Li Idlibê, Tirkiyê li pêşberî du vebijêrkan e. Ya yekê; berdewama istîsmarkirina çeteyên Cebhet El-Nusra yan jî tunekirina wê bi rêya fişarkirina ji rojava û Rûsyayê. Her wiha hewl da van fişaran bi rêya ji nû ve navlêkirina Cebhet El-Nusra bi Heyet Tehrîr El-Şam biguhere û binixumîne. Lê lîstoka Tirkiyê  eşkere ye.

Niha li Idlibê, fişarên Rûsyayê li ser Tirkiyê hene ku girêka bajar çareser bike ku tê payîn şer çêbe. Her wiha li gorî çavkaniyan, Tirkiyê perspektîf dan Heyet Tehrîr El-Şam û Ebû Mihemed El-Colanî ku dijberên lihevkirinên Rûsya û Tirkiyê tune bike yan jî li gorî fermanên El-Colanî tev bigerin ku hin serçeteyan bi xebitandina bi istîxbarata Tirkiyê re tawanbar kirin.

Ev planên Tirkiyê rojane li Lîbyayê tên guhartin, her wiha nîqaş li ser projeya avakirina Pasdarên Nîştimanî (Heres Wetenî) li gorî berjewendiyên hikumeta Terablusê yên herêmî û navneteweyî, hene. Bi taybet jî Amerîka ku banga pêwîstiya têkbirin û jevkirina komên çekdar dike.

Ev hewldan li gel nîşaneyên tund di helwestên dualî yên tawanbariyên serçeteyên koman de hatin. Li gel wê jî tê texmînkirin ku di navbera milîsên “helal” û “heram” de şer derdikeve ku wezîrê hundirîn Fethî Başaxa pişta xwe dide hilbijartina milîsên ku dê tev li sîstema ewlehiyê bibin.

Li gorî rojnameya El-Ereb, tê payîn ku Başaxa vê derfetê li dijî milîsên li gorî wî tev nagerin, bi kar bîne û destê xwe deyne ser bajarê Mesrata, di serî de jî milîsên Terablus, Zawiyê û Zentan.

Tirkiyê hewl da vê nîqaşê bi rêya projeya avakirina Pasdarên Nîştimanî binepixîne ku ajansa Tirkiyê ya fermî girîngî da vê yekê di rapora xwe ya bi sernavê Pasdarên Nîştimanî yên Lîbyayê de. Tu vebijêrk ji bilî wê tune ne. Ew jî bi hewldana eşkere ya dîtina hedefên hincetkirina vê projeyê ku li gorî armancên dijminatî yên Tirkiyê li herêmê ne û li gorî ajandeyên Îxwanî li herêmê ne.

Rojnamgerekî tunisî Cumî Qasimî di gotara xwe de ya di rojnameya El-Erebe de weşandiye, wiha got: "Ne diyar e ku vegera Tirkiyê ya nepixandina vê projeyê dûrî rewşa ji ber wêrankirina pergala parastinê ya asîmanî û cebilxaneyên wê yên leşkerî li baregeha Wetiye ya başûrê rojavayê Terablusê çêbûye, lê belê diyar dibe ku girêdayî wê hewl dide çav li ser zirarên xwe bide aliyekî, Amerîkayê razî bike û lez bide biryara vê projeyê ku garantiya girêbesta xurtkirin, perwerdekirin û çekdarkirinê ya bi milyar dolaran e."

Çavdêr dibînin ku nîqaşkirina li ser vê projeyê ji nû ve, ji hedefên amadekirina rewşên ewlehî û leşkerî yên li rojavayê Lîbyayê ne ku nexşeyên nû çêke û milîsên girêdayî hikumeta Wîfaqê yên bi piştevaniya Tirkiyê di demên pêş de têxe nava yek alavê. Ew jî mîna kopiyekê ji alava leşkerên Tirkiyê re ku Recep Tayyîp Erdogan vegerandiye çoyekî di destê wî de ku li dijberên xwe yên siyasî dide.

(fr)