Hêzên hikumeta Sûriyê 8 bajarokên Idlibê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Sûriyê bi domdarî herêmên di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk de hedef digire. Îro jî 8 bajarokên li bejahiya Idlibê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Sûriyê 8 bajarokên Idlibê topbaran kirin
8 tîrmeh, 2020   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Sûriyê şevê din bi çekên giran herêmên Riwêha, Bênîn û Dêr Sinbul ên bejahiya başûrê Idlibê topbaran kirin.

Her wiha herêmên Fitêra, Kesefra,Sifohên, Filêfil û Mûzera ên bejahiya Idlibê topbaran kirin, lê hejmara kuştî û birîndaran nehate zanîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku duh hêzên hikumeta Sûriyê eniyên Girên Kebana li herêma Cebel El-Ekrad a gundewarên bakurê Laziqiyê topbaran kirin û her wiha herêmên Bara, Bilyon, Riwêha û Kensefra ên Cebel El-Zawiya li başûrê Idlibê topbaran kirin.