Xwestekên şêniyên taxên Qidurbeg û Zeytûniyê yên çareserkirina pirsgirêka avê

Şêniyên taxên Qidurbeg û Zeytûniyê yên Qamişloyê piştî qutbûna avê ji zêdetirî 20 rojan bi sedema derketina jeneratorên kehrebeyê li stasyona Hilêliyê ji xizmetê, azaran dikişînin. Her wiha Gerînedetiya Avê piştrast kir ku dê pirsgirêka avê çareser bike û avê ji şêniyan re dabîn bike.

Xwestekên şêniyên taxên Qidurbeg û Zeytûniyê yên çareserkirina pirsgirêka avê
8 tîrmeh, 2020   06:43
QAMIŞLO-BOTAN HUSÊN-SOLÎN EHMÊ

Derketina jeneratoreke kehrebeyê ya stasyona ava Hilêliyê ji xizmetê, bû sedema qutbûna avê li ser şêniyên hin parçeyên ji taxên Qidurbeg û Zeytûniyê yên Qamişloyê ji zêdetirî 20 rojan ve. Her wiha hin pirsgirêkên torên avê, kevnbûna boriyên wê û rêbaza belavkirina wê jî hene. Şênî ava bîrên li malan hatine kolan li hev belav dikin.

Bajarê Qamişloyê ji gelek stasyonên bingehîn, jê jî Hilêliyê, avê li şêniyan belav dike û avê ji sedî 57 dide bajêr.

Sedema qutbûna avê li ser taxên Qamişloyê, ji ber qutbûna kehrebeyê û lîstina hin şêniyan bi henefiyên avê û kevnbûna torên wê ye. Her wiha ava tevahî stasyonên li bajarê bi hev ve girêdayî ne, heke pirsgirêkek an jî qutbûnek di kehrebeyê de bi demeke dirêj çêbe, bi wê re boriyên avê ji avê vala dibin û bandorê li tevahî taxan dike.

Abdusselam Mihemed ji şêniyên taxa Qidurbeg, got ji demekê de êşa pirsgirêka qutbûna avê li ser taxê dikişînin û wiha da zanîn: "Berê, hatina avê li taxê baş bû, lê niha ji demekê ve ye me av nedîtiye."

Mihemed Cemîl Remezan ji şêniyê taxa Zeytûniyê ye û wiha axivî: "Tevahî şêniyên taxa Zeytûniyê niha pişta xwe didin bîrên li malan û piştrast kir ku ava stasyona Hilêliyê nagihîke taxê. Her wiha bang li Gerînendetiya Avê kir ku bi lez pirsgirêka avê çareser bike."

Tenê bîrek ji malbateke li taxa Zeytûniyê avê ji gelek malên li taxê bi rêya rastkirina torên xertûmên avê re, peyda dike.

Ji bo nasîna sedema sereke ya qutbûna avê ya taxên Qidurbeg û Zeytûniyê, endamê rêveber ê Gerînendetiya Avê Xorşîd Oso diyar kir ku sedema qutbûna avê ew e ku jeneratoreke kehrebeyê ya stasyona Hilêliyê ji demekê de ku 800 metrekabik av dida, ji xizmetê derketiye û wiha pê de çû: "Jeneratorên kehrebeyê hatin sererastkirin û dê 2 rojên dîtir bixebitin."

Oso destnîşan kir ku pisgirêka nediyarbûna dema dayîna avê û qutbûna kehrebeyê li taxan, bandore li kêmbûna avê dike û wiha diyar kir: "Bi Komîteya Şaredariyan a Qamişloyê re ji bo birêxistinbûna saetên dayîna avê bi saetên dayîna jeneratorên kehrebeyê li taxan re, civînek hat lidarxistin."

Xorşîd Oso ji ANHA’yê re eşkere kir ku gelek projeyên çarekirina qutbûna avê li Qamişloyê hene û wiha domand: "Lêkolîna projeya leckirina navgînan ji torên avê yên malika pilindirê re hat bidawîkirin û dê di vê hefteyê de li taxên Enteriye, Siyahî û Muwezefîn pêk bê, her wiha projeya girêdayî nuqteyên avê li stasyona Hilêliyê bi hev ve bi ser ket. Her wiha girîngiya vê projeyê jî dema pisgirêkek di holekê de çêbû, bikarin holan ji hev cuda bikin."

Têkildarî pêlîstina şêniyên a henefiyên avê, Xorşîd Oso wiha got: "Komîteyeke çavdêriya li ser muxalifet û dayîna sendoqên bikilît li ser henefiyan hat avakirin."

Xorşîd Oso bang li şêniyan kir ku tevî Gerînendetiya Avê bi hev re alîkar bin, avê di şûştina erebe û kolanan de vala bernedin û alava girtina avê di dema tijîbûnê de têxin xezaneyan."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ibLXb9qamls" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>