Şaredariya Minsûrayê stasyona sererastkirina kanalîzasyonê xist xizmetê

Şaredariya Gel a bajarokê Mensûra stasyona sererastkirina kanalîzasyonan aktîv û bi vê yekê rê li pêşiya karaseteke jîngehê girt ji ber herêm xistibû xeteriyê.

Şaredariya Minsûrayê stasyona sererastkirina kanalîzasyonê xist xizmetê
Şaredariya Minsûrayê stasyona sererastkirina kanalîzasyonê xist xizmetê
Şaredariya Minsûrayê stasyona sererastkirina kanalîzasyonê xist xizmetê
Şaredariya Minsûrayê stasyona sererastkirina kanalîzasyonê xist xizmetê
Şaredariya Minsûrayê stasyona sererastkirina kanalîzasyonê xist xizmetê
5 tîrmeh, 2020   13:53
TEBQA

Şaredariya Gel bi hevkariya rêxistinekê ku li herêmê kar dike 4 mehan kar û xebat kir û ji bo xebitandina stasyonê hemû alavên pêwîst anîn û tabloyên kontorlkirinê û nîşanên oksejînê didin peyda kirin.

Stasyona Sererastkirina ava kanalîzasyonan dema çete herêm dagir kiribûn, xerab bû, ji ber ku girîng bû û ava genî ya herêmê dikişand, çeteyan xerab kirin û vê yekê zirar da jîngehê.

Di demên dawîn de şaredariyê bi enerjiya ji sedî 50 stasyon xebitand, ji ber kêmbûna alavan û tabloyên kontrolê stasyon bi temamî nexebitî, her wiha stasyona kehrebê tenê 8 saetan kehrebê dide û ev jî nîvê dema ku pêwîstiya stasyonê pê heye.

Girîngiya stasyonê di safîkirina avê de ye, ji ber zeviyên çandiniyê yên li derdora bajarok û bexceyan av dide û madeyan jê derdixînin, ji wan madeya semadê, li gel vê yekê ava kalalîzasyonan ji karîzan derdixîne û pirsgirêkên ji ber girtina boriyan derdikevin çare dike.

Hevserokê Komîteya Rêvberî û Şaredariyan Îbarhîm Mihmed dema vekirina stasyonê plana komîteyê kifş kir û got ku bi hevkariya rêxistinekê wan ji nû ve stasyon aktîf kirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber Mezlûm Umer, heverokê Komîteya Rêveberiya Herêmî Û Şaredariyan a Herêma Tebqayê Îbarhîm Mihmed, endamên Şaredariya Gel a Tebqayê, Mensûra û Sefsaf û hejmarek ji çavdarên beşdarî vekirina stasyonê bûn.

(eh)

ANHA