Platforma Gel: Hedefa me yekitî ye

Desteya Rêveber a Platforma Gel a Dêrikê civînek bi Partiya Yekitiya Demokratî ya Kurdî li Sûriyê li buroya wê ya Dêrikê li dar xist û destnîşan kir ku hedefa wê yekitiya Kurd û nedûrxistina tu aliyekî ye.

Platforma Gel: Hedefa me yekitî ye
Platforma Gel: Hedefa me yekitî ye
Platforma Gel: Hedefa me yekitî ye
28 hezîran, 2020   12:29
QAMIŞLO

Îro endamên Desteya Rêveber a Platforma Gel bi serokatiya Malvan Resûl, Mistefa Korî, Lorî Til Darî serdana Buroya Partiya Yekitiya Demokratî Kurdî li Sûriyê kir da ku rewşa siyasî ya li tevahî Rojava û Sûriyê nîqaş bikin.

Her du aliyan aloziya Sûriyê nîqaş kir û piştrast kir ku çi partî yan jî desthilat hewl bide civakê bi bûr bixwe  û ji rêveberî û biryarê bi dûr bixe ew ber bi dîktatoriyê ve diçe.

Her du aliyan li ser gelek mijarên siyasî, nêrîna Dikeya Gel û hedefên wê yên dayîna têbîniyan li ser lihevkirina Kurd û erkên pêşerojê yên tevahî aliyan  nîqaş kirin, her wiha pêwîstiya lihevkirina nêrîna siyasî ya Kurd ji tevahî aliyan re heye.

Her du aliyan amadekariya xwe ji tu hewldaneke yekitiyê re anî ziman, her wiha hedefa sereke jî ya bal li ser tê kişandina ji dema ragihandina Şamê û heta niha ya itîrafa bi mafên gelê Kurd di destûra Sûriyê de ye.

Herdu aliyan anîn ziman ku doza Kurd ji bilî sepandina mafên gelê Sûriyê û tevahî pêkhateyên sûrî bi rêya destûreke ku mafên wan garantor bikin, ne pêkan e.

Platforma Gel, platforma temamkirina insiyatîfên li ser banga yekitiya Kurd e, her wiha ji bo bersivdana insiyatîfa fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî pêk hat. Dikeya Gel, kombûneke nepartî ye tê de çalakvanên civakî dixebitin.

(fr)

ANHA