Parêzerên Tirkiyê li dijî qanûna wisayetê li ser sendîkaya parêzeran ferz dike, derketin

Serokê Sendîkaya Parêzerên li Stanbolê Mehmet Durakoglu bang li parêzerên ku navên xwe li sendîkayê tomar kirine kir ku beşdarî protostoyên li dijî parêzerên alîgirên AKP`ê bibin. Parêzerên alîgirên AKP`ê hewl didin ku di parlamantoyê de biryareke bidin ku sendîkaya parêzeran di bin siya hikumeta Tirkiyê de be.

Parêzerên Tirkiyê li dijî qanûna wisayetê li ser sendîkaya parêzeran ferz dike, derketin
28 hezîran, 2020   12:13
NAVENA NÛÇEYAN

Parêzerên alîgirên serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan bang kir ku roja sêşema were kom bibin û piştgirya hewldanên AKP`ê û MHP’ê bikin, da ku qanûnên sendîkayê bixin bin hakimiyeta hikumetê, her wiha qanûnên sendîkayan û sîstema hilbijartinên meclisên wê biguherin û parlamantoya Tirkiyê re pêşniyar bikin.

Lê serokê Sendîkaya Parêzeran a li Stanbolê li dijî vê yekê bang kir ku roja sêşema li hemberê kom bibin. Qanûn jî dê roja çarşemê ji parlamantoyê re were pêşkêşkirin.

63 serokên di nava sendîkaya parêzeran a li Tirkiyê de projeya qanûnên dê werin pêşkêşkirin red dikin. Anku ji sedî 80 ji parêzerên li welat in û hejmara wan 125 hezar parêzer e.

Sendîkaya Parêzeran di her du hefteyên derbasbûyî de li 80 wîlayetên Tirkiyê li dijî projeya qanûnan derket û heta meşek gihaşt paytexta Enqerayê jî, lê polîsên Tirkiyê 27 seatan xwepêşandêr sekinand û paşê hişt ku derbasî paytextê bibin.

Ji ber van bûyeran serokê sendîkaya parêzeran a li wîlayeta Antalya, Polat Balkanê gilînameyek li dijî wezîrê karê hundirîn Suleyman Sowailo û waliyê Enqerayê Wasib Şahîn û hin polîsên wîlayetê pêşkêşî nivîsgeha dozgerê giştî yê Enqerayê kir. Ew jî ji ber rê nedane ku xelk bertekên xwe rehet nîşan bidin û ne baş nêzî xwepêşandêran bûne.

(eh)