'Têkoşîna jinê dewleta Tirk tevlihev kiriye'

Jinên siyasetmedar ên bajarê Reqayê êrişa dewleta Tirk a li ser Kobanê şermezar kirin û diyar kirin ku her sê jinên şoreşger di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî kedeke mezin bûn, ji ber  wê dewleta Tirk tevlihev bûye.

'Têkoşîna jinê dewleta Tirk tevlihev kiriye'
28 hezîran, 2020   06:01
REQA – RUBA EL-ELÎ

Jinên siyasetmedar ên Reqayê têkildarî komkujiya li gundê Helîncê yê rojhilatê bajarê Kobanê ku dewleta Tirk a dagirker di 23'yê Hezîranê de pêk anîbû û di encamê de 3 endamên Koordînasyona Kongreya Star şehîd bibûn, ji ANHA’yê re axivîn.

Cîgira hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîna Osê êrişa dewleta Tirk şermezar kir û şehîdên têkoşîna azadiya jinê bi bîr anîn.

Emîna Osê got: "Hersê hevrê di 9 salên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî kedeke mezin bûn. Ked û mohra wan a taybet li her buhustekî vê axê heye. Ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê xwestin ku ji planên dagirkeran û tevlêkirina herêmên Sûriyê ji bo xaka Tirkiyê hişyar bin.”

'HEDEFGIRTINA JINAN NE NÛ YE'

Seroka Buroya Rêxistina Têkiliyan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Celaa El-Hemzawî destnîşan kir ku hedefgirtina jinan ji aliyê dewleta Tirk ve ne tiştekî nû ye û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker hîna biryarên Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê û hemû peymanên navdewletî yên girêdayî agirbestpê binpê dike. Ji destpêka êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, ev rêbaza Tirkiyê ye. Kesayetên mîna têkoşer Hevrîn Xelef, Barîn Kobanê kirin hedef û bi cenazeyên wan lîstin. Gelek jinên ji Efrînê girtin û qetilkirin. Li vir em pirs bikin, gelo Îslam banga terorê dike?"

Celaa di dawiya axaftina xwe de got: "Di Partiya Sûriyê ya Pêşerojê de û di her bendeke rêveberî an siyasî de em yek bin. Armanca me Sûriyeke yekbûyî, demokrat, pirreng û ne navendî be, ku gel bi vîna xwe bijî.”

'TIVINGA RAMANA JINÊ JI ÇEKÊ ERDOGAN XURTIR E'

Endama Meclisa Qanûnsaz a Meclisa Sivîl a Reqayê Xeznê Mihemed Îbrahîm diyar kir ku serkeftinên ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistine, Erdogan hertim xist tevliheviyê û wiha pêde çû: “Ji ber vê yekê hewl dide deng, tevger û hêza jinê tune bike. Ev yek di êrişa li ser gundê Helîncê de diyar dibe. Tirkiye çi dike bila bike em ê li hemberî wî û hemberî kesên ku destdirêjî xaka me û gelê me dikin, mafên me binpê dikin, bisekinin. Ji ber ku em xwedî maf in û ji bo mafên xwe em ê berdêl bidin.”

Xeznê Mihemed Îbrahîm bang li civaka navdewletî, rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku erkên xwe bi cih bînin û sînorekî ji kiryarên derexlaqî û dermirovî yên dewleta Tirk re deynin.

ANHA