Malbata Gulo: Kesên li pey bûyera Amûdê di hembêza dewleta Tirk de ne

Rêzan Gulo diyar kir ku bûyerên ku 28'ê Hezîrana 2013'an li navçeya Amûdê rû dan û êrişa li ser YPG'ê bi destpê komên çekdar ên girêdayî ajnîdeyên derve pêk hatin û got, kesên li pey vê bûyerên di hembêza dewleta Tirk de ne.

Malbata Gulo: Kesên li pey bûyera Amûdê di hembêza dewleta Tirk de ne
27 hezîran, 2020   19:23
NAVENDA NÛÇEYAN- EHMED MIHEMED

Fermandarê Giştî yê QSD'ê di 27'ê Hezîranê de ragihandin ku QSD'ê bi rûspiyên navçeyê ji bo çareserkirina nakokiya di navbera YPG û malbatên qurbaniyên bûyera Amûdê de ya sala 2013'an dixebitin.

Komîteya Lihevanînê ji ber  gava fermandarê QSD'ê Mezlûm Ebdî û Fermandarê Giştî yê YPG'ê Nûrî Mehmûd bi hêvî ye.

28'ê Hezîrana 2013'an di navbera YPG û komên çekdar de şer derket. Di encamê de 6 sivîl bûne qurbanî. Di wî şerî de şervanê YPG'ê Îsa Gulo (Sebir Gulo) şehîd bû.

Têkildarî helwesta malbata Gulo ya derbarê vê lihevanînê de Şêwirmendê Kar û Barên Sivîl ê QSD'ê Rêzan Gulo daxuyaniyek bi qeyda deng da ANHA'yê.

Gulo got: "Em malbata Gulo ji roja yekem ve nêrîna ma ya ji mijarê re zelal bû. Em dizanin ku bûyera li Amûdê rû da fitneyek ji aliyê derve ve ye. Hêzên me wê demê ji Bendava Hesekê dihat piştî ku ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin."

Gulo wiha domand: "Dema ku hêzên me li yekîneyên xwe yên li navçeya Amûdê komên vedigeriyan komên çekdar êrişî hêzên ku bendav rizgar kirin, kir. Di wê demê şêniyên navçeyê xwepêşandanan li dar dixistin û banga serbestberdana çalakvanan dikirin. Komên çekdar sûd ji vê rewşê girtin û êrişî yekîneyên me kirin."

Rêzan Gulo diyar kir ku şehîd Îsa Gulo ji malbatê ye, di êrişa li navçeya Amûdê ya li dijî yekîneyên ku ji Hesekê vedigeriyan de şehîd bû û wiha domand: "Îsa li navçeya Amûdê şehîd bû. Ez ji kesên yekemîn bûm ku gihiştim ser cenazeyê wî. Em teqez dikin ku ev buyer bi destê komên cedar ên girêdayî ajnîdeyên derve û Tirkiyê pêk hat. Ev bûyer derxistin da ku fitneyê biafirînin. Kesên li pey vê bûyerê di hembêza dewleta Tirk de ne û her kes vê yekê dizane."

Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir ku bûyera li Amûdê di sala 2013’an de pêk hatiye, mixabinî ye û lêboerîna xwe ji malbatên şehîdan re xwest.

ANHA