Alîgirên AKP'yê cara sêyemîn êrişî xwepêşandana kurdên li Viyanayê kirin

Ev sê rojên li ser hev Kurdistaniyên li paytexta Avûstûrya Viyanayê li dijî êrişên dewleta Tirk daketin qadan. Alîgirên dewleta Tirk êrişî meşê kirin.

Alîgirên AKP'yê cara sêyemîn êrişî xwepêşandana kurdên li Viyanayê kirin
27 hezîran, 2020   16:51
NAVEBNDA NÛÇEYAN

Bi hezaran kurdên li paytexta Avûstûrya Viyanayê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan.

Bi fermana hikumeta AKP'ê meşa aştiyane ji aliyê tundrawan ve hate êrişkirin.

Çavkaniyan ji ANHA'yê re diyar kirin ku Kurdistanî di van kêliyan de meşê didomînin. Polîsên  Avûstûryain.

 Dezgehên ragihandinê li ser zimanê Wezîrê Hundir ê Avûstûryayê Karl Niemer ragihand ku Tirkan bi şûşe, kevir û lîstokên agir êrişa xwepêşandana Kurdan kir. Di encamê de efserekî polîsan birîndar bûn. Piştî bûyerê tevgera hêzên ewlekariyê zêde bû da ku rê neyê dayîn ku ev bûyer dûbare bibe.

Niemer diyar kir ku 12 bersûcên cezayî û 22 dozên îdarî li dijî hejmarek ji tawanbaran hatine pêkanîn û çekên hatine bikaranîn û nasnameyên hin girtiyan têne lêkolînkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9jM3GDl7dwI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>