Li Qamişloyê madeyên demborî  hatin desteserkirin

Komîteya Zimhêrê ya bajarê Qamişlo miqdareke madeyên xwarin û vexwarinê yên demborî desteser kirin.

Li Qamişloyê madeyên demborî  hatin desteserkirin
Li Qamişloyê madeyên demborî  hatin desteserkirin
Li Qamişloyê madeyên demborî  hatin desteserkirin
Li Qamişloyê madeyên demborî  hatin desteserkirin
Li Qamişloyê madeyên demborî  hatin desteserkirin
Li Qamişloyê madeyên demborî  hatin desteserkirin
27 hezîran, 2020   14:23
QAMIŞLO

Li ser agahiyên Komîna Şehîd Rûken a taxa Kornîş a bajarê Qamişlo ku depoyeke madeyên xwarin û vexwarinê yên demborî hene, Komîteya Zimhêrê ya bajarê Qamişloyê lêkolîn da destpêkir.

Di encamê de 6 ton madeyên xwarinê, zêdeyî 3 hezar lître madeyên vexwarinê û yên paqijkirinê yên demborî de depoyeke malan de hatin dîtin.

Madeyên ku di hundirê depoyê de hatin dîtin ji aliyê komîta Zimhêrê ve bi rengekî zagonî hatin desteserkirin.

Madeyên di depoyê de ji  avabacanan, avafêkiyan, şêrînî û xwê pêk dihat.

Têkildarî mijarê Hevserokê Komîteya Zimhêrê ya kantona Qamişlo Remedan Hesen diyar kir ku zêdetir 6 ton madeyên xwarinê û zêdeyî 3 hezar lître madeyên vexwarinê hatin desteserkirin û li cihên pêwîst werin şewitandin.

Hesen di dawiya axaftina xwe de spasiya Komîna Şehîd Roken kir li ser agahdarkirina wan û bang li hemû komînên bajar kir ku eger depoyên bi vî rengî hatin dîtin agahiyê bighêjînin komîteyê ta tenduristiya welatiyan were parastin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6HfFN82TWfc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>