Li gundê Merenazê yê Şerayê şer rû dide

Li gundê Merenazê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê şerekî giran di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de rû dide.

Li gundê Merenazê yê Şerayê şer rû dide
27 hezîran, 2020   13:55
ŞEHBA

Çavkaniyan diyar kirin ku li gundê Merenazê yê girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê ku di bin serweriya hêzên hikumeta Sûriyê de, şerekî bi çekên giran di navbera çeteyên artêşa Tirk a dagirker de rû dide.

Li gorî çavkaniyan, çeteyan hewl dan bi dizî derbasî mizgefta gundê bibe, lê ser bersivdayîna hêzên hikumeta Sûriyê de şerekî bi çekên giran di navbera herdu aliyan de rû dide.

Hate ragihandin ku di şer de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Şer hîna berdewam e.

ANHA