Jinan li ber baregeha Rûsya ya li Kobanê çalakî kirin

Bi dehan jinên kantona Kobanê li ber baregeha leşkerî ya Rûsyayê çalakî kirin û  bêdengiya Rûsya ya li hemberî êrişa Tirk û şehîdxistina 3 çalakvanên jinên şermezar kirin.

Jinan li ber baregeha Rûsya ya li Kobanê çalakî kirin
27 hezîran, 2020   15:40
KOBANÊ

Jinên ku li ber baregeha leşkerî ya Rûsyayê ya li girê Îzaa ya rojavayê bajarê Kobanê kom bûn, wêneyên hersê jinên şoreşger Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîna Weysî yên ku di êrişa hawayî ya dewleta Tirk a dagirker de ya 23'yê Hezîranê ya li ser gundê Helîncê şehîd bibûn, hildan.

Di çalakiyê de bêdengiya Rûsya ya li hemberî binpêkirinên Tirkiyê  şermezar kirin.

Duh jî bi dehan şêniyên kantona Kobanê çalakiyeke li pêşiya baregeha Rûsyayê li dar xistin. Ji şêniyan  şandeyek ji 5 kesan bi berpirsên baregehên re civiyan û nameyek girêdayî sûcên Tirkiyê radestî wê kir. Şandeyê  ji hikumeta Rûsyayê xwest ku binpêkirinên Tirkiyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin.

ANHA