Li Minbicê der barê rewşa jinên ciwan de civîn

Meclisa Jinan a Ciwan a Minbicê der barê rewşa jinên ciwan de têkildarî sûcên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî jinan têne kirin, civînek li dar xist.

Li Minbicê der barê rewşa jinên ciwan de civîn
27 hezîran, 2020   12:54
MINBIC

Civîn li hola ciwanan hat lidarxistin. Bi dehan endamên Meclisa Jinan a Ciwan a Minbic û Gundewarên wê, her wiha bi dehan ciwanên bajêr tev li civînê bûn.

Di civînê de ji rêveberên Meclisa Jinan  a Ciwanan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Koçer der barê rewşa jinên ciwan ya demên dawîn de axivî. Cîhan Koçber behsa sûcên dewleta Tirk kir û wiha anî ziman: "Armanca dewleta Tirk îradeya jinên rêxistinkirî bişkîne. Ji ber wê jî sûcan li dijî wan pêk tîne û beriya çend rojan gundê Helinc ê Kobanê bi firokeya bêpîlot bombebaran kir."

Cîhan Koçber bal kişand ser sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî ji revandin, kuştin û guhertina demografiya herêmê.

Cîhan Koçber pişterast kir ku rêxistinkirina jinên ciwan yek ji armancên wan ên sereke ye û ji bo wê jî dê li hember dewleta Tirk û sûcên ku li dijî jinan pêk tîne, li ber xwe bidin.

Di dawiyê de Cîhan Koçer got ew ê kongreyekê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demên pêş de lidar bixin.

(bx)

ANHA