Li pêşiya navenda hêzên Koalîsyona Navdewletî ya Hesekê protesto

Kongreya Star a kantona Hesekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî jinan protesto kirin û bi nameyekê detayên komkujiya dagirkeriyê ya li dijî jinên Kobanê pêşkêşî hêzên Koalîsyona Navdewletî kirin.

Li pêşiya navenda hêzên Koalîsyona Navdewletî ya Hesekê protesto
Li pêşiya navenda hêzên Koalîsyona Navdewletî ya Hesekê protesto
Li pêşiya navenda hêzên Koalîsyona Navdewletî ya Hesekê protesto
27 hezîran, 2020   12:19
HESEKÊ

Bi armanca şermezarkirina pêkanîna sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên li herêmên Bakur û Rojilatê Sûriyê ku di serî de jinan dikin hedef, Kongreya Star li pêşiya navenda Koalîsyona Navdewletî ya li bajarê Hesekê protesto kir.

Jinan gelek pankartên, alên Kongreya Star û wêneyên şehîdên gundê Helincê rakirin.

Li pêşiya navendê endamên Kongreya Star şandeyek ji 6 kesan ava kir da ku xwestekên wan bi cih bînin, çareseriyê ji sûcên dewleta Tirk  û hedefgirtina jinan re bibînin, muzakereyê pêşkêşî Koalîsyona Navdewletî kir.

Piştî muzakere pêşkêş kir, endama Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Başo daxuyanî xwend û diyar kir ku rejîma Tirkiyê li dijî gelên serhildêr ên ku ji bo azadiya xwe û garantiya hebûna xwe li ber xwe didin, sûcekî li pey sûcekî pêk tîne, 23’yê Hezîrana 2020`an jî li dijî jinên sivîl Um Emîna Weysî û2  endamên Kongreya Star Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl ên li  gundê Helincê yê bajarê Kobanê komkujî pêk anî. Zehra Berkel û Hebûn di qada parastina mafên jinan de çalakger bûn û armanca wan a sereke avakirina civaka azad û demokratîk bû ku tê de wekhevî û edalet peyda bibe.

Her wiha destnîşan kir ku kîjan projeya banga azadiya jinan bike û bigire ser xwe, hêzên destpot ji bo hebûna xwe wek gef dibînin. Rêveberiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin ev armanc girt ser xwe û berê û hîn jî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve rastî êrişên hovane tê û armanca wan ji vê yekê jî hedefgirtina jinên pêşeng e, mînaka wê jî sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef e ku dixwestin bi şehadeta wê karê rêxistinî yê jinan û vîna jinan bikin armanc.

Evîn Başo di dawiya daxuyaniyê de îşaret bi detayên şehadeta her 3 şehîdên ya li gundê Helincê yê Kobanê û hemû sûcên li dijî jinên Sûriyê kir, di dawiyê de bang li hemû jin û tevgerên mirovahiyê kir ku li dijî komkujiyên pêşeroja jinan dikin armanc, bisekinin.

(eh)

ANHA