Li Reqayê çalakiya konvedanê ya şermezarkirina êrişên li dijî jinan dest pê kir

Bi sedan jinên bajarê Reqayê tev li çalakiya konvedanê bûn ku dê 4 rojan dewam bike. Çalakiyê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiya li gundê Helinc ê Kobanê ku 3 jin şehîd bûn, dest pê kir.

27 hezîran, 2020   12:56
REQA

Helwestên gel li dijî êriş, hovîtiya dewleta Tirk û destwerdana ji dewletan re û komkujiyên ku pêk tîne, nexasim li dijî jinan, zêde dibin.

Rêveberiya Jinan a Reqayê ji bo şermezrkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser gundê Helinc ê Kobanê konê çalakiyê vekir. Bi sedan endamên saziyên sivîl û meclisên leşkerî û herêmê tev li konê çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de daxuyaniyek ji aliyê rêvebera Rêveberiya Jinan a Reqayê Buseyna Şêx ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin jinan dest bi çalakiyê kir da ku tevahî cîhan girêdanên di navbera jinan de bibîne, êrişa hovane li dijî her sê jinan şermezar bike û diyar kir ku ew êriş hovîtiya dewleta Tirk ku dixwaze îradeya jinan bişikîne, diyar dike.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku têkoşerên mîna Hevrîn Xelef û dayika Eqîde li beramberî dijmin îsbat kir ku tu kes nikare îradeya gelê azadîxwaz bişikîne.

Her wiha hat destnîşankirin ku li Şêladizê ya bajarê Silêmaniyê dewleta Tirk li dijî sivîlan komkujiyeke hovane pêk anî û bi vê yekê hemû pîvan û zagonên navneteweyî binpê dike.

Di dawiyê de hat gotin ku armanca dewleta Tirk ku îradeya gelên herêmê bişikîne, ew texmîn dike ku ew dikare îradeya bişikîne lê her carê rastî berxwedaneke mezintir tê, asta têkoşînê li hember siyaseta qirkinê ku dewleta Tirk li dijî îradeya jinên azadîxwaz û herêmên Ereban wekî Lîbya, Sûriyê û Iraqê pêk tîne, bilind dibe.

Piştî daxuyaniyê beşdarên çalakiyê axivîn. Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hîba Abdullah axivî û got: "Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û isbat dikin ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî tevahiya gelên Sûriyê bi hewldana telihevî û fîtneyê ne."

Paşê li ser navê Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Kamla Ehmed axivî û da zanîn ku dewleta Tirk êrişî malên sivîlan kir û di encamê de 3 jinên parastina mafên jinan dikir, şehîd bûn, ev jî berdewama rêzesûcên Osmaniyan e, dewleta Tirk ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire û heta bi Lîbyayê û Iraqê hewldana tunekirina aştî û derbekirina projeya neteweya demokratîk dike.

Paşê li ser navê Meclisa Sivîl Xod Îsa axivî. Xod Îsa diyar kir ku tevahiya sûcên têne pêkanîn li pêşberî çavên cîhanê pêk tê, anku li pêşiya civaka ku nekarî parastina ewlehî û aştiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bakurê Kurdistanê bike, pêk tê. Lewma ew bang dikin ku sûcên li dijî jinan pêk tê bisekinînin, ji ber ku jin di rêya azadiyê û rûmetê de tê dikoşin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, der barê serkeftinên jinan û destkeftiyên li bakurê Sûriyê de şanoyek hate pêşandan.

Konê çalakiyê yê ku Rêveberiya Jinan a Reqayê vedaye, dê heta 4 rojan pêşwaziya beşdaran bike.

(bx-eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JWh4amHPstg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>