Li Şedadê sûcên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Şêniyên Şedadê bi meşekê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, şermezar kirin û tekez kir ku ew ê li dijî dagirkeran bi ser bikevin wekî ku çawa çeteyên DAIŞ`ê têk birin.

Li Şedadê sûcên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li Şedadê sûcên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li Şedadê sûcên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li Şedadê sûcên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li Şedadê sûcên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li Şedadê sûcên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
27 hezîran, 2020   11:03
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê tev li meşê bûn. Meş li ser banga meclisa navçeyê û saziyên sivîl, ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên Başûrê Kurdistanê pêk tîne, hat lidarxistin.

Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk  û êrişên li ser herêmên Şengalê hatin berzkirin. Di meşê de wêneyên şahîdên gundê Helinc ê Kobanê, pankartên şermezakririna sûcên dewleta Tirk û bangên li civaka navneteweyî hatin hildan.

Meş li qada Çibisa veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de ji rêveberên Kongreya Star a navçeya Şedadê Emîra El-Saad wiha axivî: "Em bang li azadîxwazên li cîhanê dikin ku li hember sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê ji kuştin û revandina jinan, xirakirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengal a Başûrê Kurdistanê bisekinin."

Emîra destnîşan kir ku êrişên dawîn ên li ser bajarê Kobanê ku di encamê de 3 jin şehîd bûn, tirsa dewleta Tirk û AKP`ê ji berxwedana jinên azad, diyar dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li hemû jinên azadîxwaz ên cîhanê dikin ku destekê bidin jinên Bakur û Rojilatê Sûriyê û sînor ji sûcên dewleta Tirk re deynin."

Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan Salim El-Salim jî binpêkirin û sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan pêk tîne bêyî ku tu ferq û cudatiyê bixe navbera jin, zarok û kalepîran, şermezar kirin. Salim El-Salim got armana sûcên dewleta Tirk ku kêfxweşiya QSD`ê bi tunekirina DAIŞ`ê têk bibe.

Salim El-Salim tekez kir ku wekî ku çawa bi saya têkoşîna şervanan çeteyên DAIŞ`ê têk birin, ew ê dîsa bi ser bikevin.

Mîtîng bi dirûşmên silavkirina berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.

(bx)

ANHA