‘Êrişa dewleta Tirk berdewama sûcên li dijî jinên sûrî ye’

Partî, blokên nîştimanî û rêxistinên sivîl ên li herêma Şehbayê êrişên dewleta Tirk ên bênavber ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û destnîşan kir ku dubarekirina senaryoya sûc û komkujiyên li dijî jinên sûrî mîna Barîn Kobanê, Hevrîn Xelef û Rojîn Ereb e.

‘Êrişa dewleta Tirk berdewama sûcên li dijî jinên sûrî ye’
‘Êrişa dewleta Tirk berdewama sûcên li dijî jinên sûrî ye’
‘Êrişa dewleta Tirk berdewama sûcên li dijî jinên sûrî ye’
‘Êrişa dewleta Tirk berdewama sûcên li dijî jinên sûrî ye’
‘Êrişa dewleta Tirk berdewama sûcên li dijî jinên sûrî ye’
27 hezîran, 2020   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan endamên partî, blokên siyasî û rêxistinên sivîl li Beşa Lêkolînan a Fakulteya Çandiniyê ya li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn ku tev li daxuyaniyê bibin, her wiha wêneyên şehîdên komkujiya Kobanê, alên Kongreya Star û pankartên "Na ji bêdengiya navneteweyî re", " Nebin şirîk di qetilkirina sivîlan de", "Na ji qetilkirina jinan re", "Na ji dewleta Tirk a dagirker re" û "Bi qetilkirinê israr me ya berxwdanê zêde dibe" hildan.

Endamê Saziyên Civaka Sivîl Nerwî Hesen bi zimanê erebî û endama Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Muna Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Piştî derbasbûna aloziya Sûriyê ya sala 10’an, tu asoyên çareya siyasî nîn in, lê berovajî destwerdanên navneteweyî û herêmî şer zêde dikin.

Zêdebûna sûcên dewleta Tirk a dagirker li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên dîtir ên ji bakurê Sûriyê hatin dagirkirin, xeteriyekê li ser yekitiya xakê çêdike. Lê belê di van demên dawîn de xeteriyeke bimetod heye ku vîna jina azad tê hedefgirtin. Ew jî bi rasthatina salvegera 5’an a komkujiya Kobanê 25.06.2015’an, ku di encamê de zêdetirî 300 qurbanî û bi dehan sivîl birîndar bûn.

Di 23.06.2020’an de firokeyeke bêpîlot a Tirkiyê maleke sivîl li gundê Helincê yê Kobanê bombebaran kir, di encamê de 3 têkoşer (Zehra, Hebûn û Emîne) şehîd bûn.

Ev ne cara yekemîn e ku vîna jinan, bi taybet jinên Kurd ku êrişa dewleta Tirk a bi nûnertiya DAIŞ’ê têk biriye, tê hedefgirtin, ev senaryo berdewama sûcên berê yên li dijî jinên sûrî mîna Barîn Kobanî, Hevrîn û Rojîn Ereb e.

Em partî, blokên nîştimanî û rêxistinên sivîl li herêma Şehbayê vê êrişa sûcdar a dawleta Tirk şermezar dikin û binpêkirina qanûna exlaqî û agirbesta di navbera QSD’ê, Rûsya û Amerîka de bi Tirkiyê re çêbûye.

Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên jinan a cîhanî û hiqûqnas dikin ku bi erkên xwe yên sînordarkirina van sûcan rabin, parastina nirx û rêgezên mafên mirovan bikin, fişarê li AKP’ê bikin ku ji tevahî herêmên dagirkirî yên Sûriyê vekişe."

 (fr)

ANHA