Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên her 3 şehîdên jin re xwest

Şêniyên bajarê Kobanê beşdarî merasîma serxasiyê ya şehîdên komkujiya gundê Helincê yê Kobanê bûn û got di şoreşa Rojava de dijmin hewldana şikandina vîna jinan dike, lewma divê gel yekitiya xwe ava bikin û têkoşîna xwe berdewam bikin.

Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên her 3 şehîdên jin re xwest
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên her 3 şehîdên jin re xwest
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên her 3 şehîdên jin re xwest
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên her 3 şehîdên jin re xwest
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên her 3 şehîdên jin re xwest
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên her 3 şehîdên jin re xwest
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên her 3 şehîdên jin re xwest
27 hezîran, 2020   11:08
KOBNÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a li kantona Kobanê merasîma sersaxiyê ya her sê şehîdên (Hebûn Mele Xelîl, Zehra Berkel û Emîna Mihemed Weysî) beriya çend rojan di encama êrişeke balafireke bêpîlot a Tirkiyê de şehîd ketin, bi rêxistin kir. Merasîm bi beşdariya bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û endamên saziyên sivîl ên kantona Kobanê û li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê bi rê ve çû.

Bi navê tevgera jinan Siltanê Himêdî axivî û serdsaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got dijmin her dem dixwaze vîna jinan bişikîne, ji ber ku şoreşa Rojava di heman demê de şoreşa jinan e.

Siltanê Himêdî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Sûcên dewleta Tirk pêk tîne ne ji îro ve ye lê belê ji destpêka şoreşa jinan ragihdiye, ji komkujiya parisê ku di encamê de 3 têkoşer şehîd ketin û heta bi şehadeta şehîd Hevrîn Xelef.”

Paşê endama Dîwana Saziyên Olî Wehîda Sofî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha domand: "Rejîma faşîst cudabûnê naxe navbera kevir û mirovan de, em jî sozê didin ku em ê şopdarên rêya şehîdan bin, ji ber şehîd mafdar in û di rêya parastina xakê de canê xwe feda dikin."

Wehîda Sofî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekitiya gelan û heta dawiyê têkoşîna xwe dewam bikin.

(eh)

ANHA