YNK’ê ji hikumeta Iraqê û NY’yê xwest êrişên dewleta Tirk bidin rawestandin

Parlamenterên YNK’ê bang li hikumeta Iraqê û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku êrişên dewleta Tirk bidin rawestandin.

YNK’ê ji hikumeta Iraqê û NY’yê xwest êrişên dewleta Tirk bidin rawestandin
26 hezîran, 2020   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Yekîtî Nîştimanî Kurdistan (YNK) ya li parlamentoya Iraqê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker, bang li parlamento, serokkomarî û hikumetê Iraqê û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku tevî hiqûqnasên navneteweyî komîteyek bê avakirin û giliyê dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî bê kirin. YNK'ê xwest ku zerara ji ber bombebaranê bê tazmînkirin.

YNK'ê bang li parlamentoya Iraqê, wezîrê karên derve yê Iraqê û nûnerê Iraqê yê li N’yê kir ku ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk bang li Konseya Ewlehiyê bike ku bi lezgînî bicive.

YNK'ê her wiha ji serokkomar, serokwezîr û serokê parlamentoya Iraqê xwest ku ji bo rawestandina êrişan bikevin nava hewldanan. YNK'ê têkildarî êrişa 25'ê Hezîranê ya li Kunemasî ya Silêmaniyê da zanîn: "Mixabin di vê êrişê de hin turîst şehîd bûn û birîndar bûn. Ev yek binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye."