Partiya Pêşerojê ya Sûriyê lidarxistina kongreyên xwe yên herêmî didomîne

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê îro kongerya xwe ya yekemîn li herêma Navîn (Wista) li gundewarê Dêrazorê lidar xist. Di kongreyê de serokatiya partiyê hate hilbijartin.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê lidarxistina kongreyên xwe yên herêmî didomîne
24 hezîran, 2020   16:59
DÊRAZOR-ELÎ EL-SALIH

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê îro kongerya xwe ya yekemîn li herêma Navîn (Wista) li gundewarê Dêrazorê lidar xist. Civîn li herêma Kargehan hate lidar xistin. Fermandar, rûspiyên êlên herêmê, endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre serokatiya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Merwa El-Hemad axivî û lidarxistina kongreyê pîroz kir. Paşê rêgez û armancên partiyên şîrove kirin.

Şêwirmendê Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Dawûd Hec Elî axivî geşedanên siyasî yên dawîn li Sûriyê nirxand.

Hec Elî got: “Helwesta Kurd a yekgirtî û vedîtina lêvegerek siyasî rolek di afirandina derfeta karê demokratîk, yekitiya welêt û parastina aştiya navxweyî de dilîze. Lihevkirina ku pêk hatî, piştgiriya çareseriya demokratîk, pirrengî û nanavendîbûnê dike û rêzê ji hevpeymana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya rêveberiyên sivîl li tevahiyan herêman digire. Da ku aloziya Sûriyê çareser bikin û Sûriya pêşerojê ava bikin.

Piştî bidawîbûna axaftinan hilbijratin pêk hat. Îbrahîm El-Abdullah û Emîna El-Taha wek hevserokên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêma Wista hatin hilbijratin. Her wiha nûnerên partiyê li herêmê hatin erkdarkirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dFgojJRCOS0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>