Li Hesekê toneke madeyên demborî hatin desteserkirin

Gerînendetiya Zimhêrê ya Hesekê tonek madeyên demborî û madeyên alîkariyê ku nabe werin firotin, desteser kirin.

Li Hesekê toneke madeyên demborî hatin desteserkirin
24 hezîran, 2020   12:59
HESEKÊ- BASIL REŞÎD – COZA ÎBRAHÎM

Piştî biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya qedexeya derketina derve ji bo pêşîgirtina li Koronavîrusê, hindek bazirganan keysbazî kir û bi vê yekê zehmetiyên şêniyan zêdetir bûn.

Diviyabû ku li sûkan şopandina bazirgan û buhayên madeyan hebûya da ku bazirgan keysbaziyê nekin û madeyên alîkariyê nefiroşin.

Gerînendetiya Zimhêrê ya Qamişlo û Hesekê di 17`ê Gulanê de dest bi gerên di nava sûkan de kir û gelek madeyên demborî îmha kirin.

Gerînendetiyê li taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê toneke madeyên xwarinê yên demborî û madeyên alîkariyê yên nabe werin firotin, desteser kirin.

3 KOM DI NAVA SÛK DE DIGERIN

Gerên Gerînendetiya Zimhêrê di nava sûk û dikanên bazirganiyê de bi awayekî rojane tê kirin.

Gerînendetiyê gelek kom amade kirine, ji wan koma awarte ya bi şev û roj û komên din jî yên taybet ji bo sûka sebzeyan a navendî ne da ku komîteya belavkirina sebzeyan, buhayên  madeyan li sûkan bişopîne, her wiha komîteya taybet a firinên giştî û taybet da ku başbûna nan bibîne û gazincên şêniyan bigire.

Hevserokê Gerînendetiya Zimhêrê ya Hesekê Basil Emîn got piştî wan madeyên demborî girtin, li gorî pîvan û zagonan bazirgan hatin cezakirin.

Emîn bang li şêniyan kir ku alîkariya Gerînendetiya Zimhêrê bikin heger bazirgan buhayan bilind bikin.

Tê zanîn ku di hemleya yekemîn de zêdetirî 15 kom hatine avakirin. Her komek ji 5 endamên Gerînendetiya Zimhêrê ya Qamişlo û Hesekê pêk tê. Di hemleyê de li dikanên bazirganiyê, xwaringeh, dikanên madeyên xwarinê û cil û pêlavan geriyan.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CJy7pJLtR8k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>