Hêzên Rûsyayê red kir ku têkildarî bombebarana dewleta Tirk biaxivin

Hêzên fermandariya polîsên leşkerî ya Rûsyayê li herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kir ku li ser bombebarakirina dewleta Tirk a dagirker a şeva berê biaxivin.

Hêzên Rûsyayê red kir ku têkildarî bombebarana dewleta Tirk biaxivin
24 hezîran, 2020   12:36
KOBANÊ

Ji ber bombebarana firokeyeke bêpîlot a dewleta Tirk ku maleke sivîlên li gundê Helincê yê başûrê rojhilatê Kobanê kire armanc, 3 jin şehîd bûn.

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê bi rêya daxuyaniyê piştî çend saetan ji bombebaranê dewleta Federal Rûsyayê berpirsê vê êrişê û êrişên berê girt, her wiha bang li DYA û Koalîsyona Navneteweyî kir ku bi erkên xwe li hember astengkirina van êrişên li dijî şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî agirbesta li herêmê di navbera DYA û Tirkiyê de çêbûye, rabin.

Hêzên polîsên leşkerî yên Rûsyayê li herêma Firatê red kir ku tu daxuyaniyekê der barê sûcên dewleta Tirk ji ANHA’yê re bidin.

Her wiha hêzên Rûsyayê nuqteya bombebarankirinê ya li gundê Helincê neşopand.

Rûsya û dewleta Tirk di çarçoveya lihevkirinên Soçiyê yên 22’yê Cotmeha 2019’an de gihîştin lihevkirina vekişîna QSD’ê heta 32 km ji sînorê Sûriye-Tirkiyê da ku dewriyeyên Rûsya-Tirkiyê yên hevbeş li ser sînor bigerin ku Rûsya ewlehî û aramiya li herêmên Sûriyê yên bi ser sînorê Tirkiyê ve mîsoger bike.

(fr)

ANHA