‘Armance êrişa li ser Kobanê şikandina vîna jinan e’

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişa dewleta Tirk ku tê de 3 jin şehîd bûne, şermezar kir û diyar kir ku ev êriş agahdariya ji astên bilind ên xetereyê ne ku vîna jinan a azad bişikînin û piştrastkirina rastiya faşîzm û siyaseta wê ya mêtinger e û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkeve.

‘Armance êrişa li ser Kobanê şikandina vîna jinan e’
24 hezîran, 2020   13:06
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî mijarê daxuyaniya şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê weşand.

Di daxuyaniya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wiha hat gotin:

"Ji bo berdewama metoda xwe ya dijminatî ku gelên li herêmê û têkoşîna di oxira demokrasî û azadiyê de hedef digire, hêzên dewleta Tirk a dagirker bi êrişeke hovane gundê Helincê yê Kobana berxwedêr bi firokeyeke bêpîlot hedef girt, di encamê de 3 jin şehîd bûn û çend birîndar hene.

Ev êrişa hovane ya bênavber a deweta Tirk a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina sivîlan bi taybet jinan, agahdariya bi astên bilind ji xetereyê ne ku vîna jinên azad bişikîne û piştrastkirina rastiya faşîzm, dîroka wê ya tijî sûc, siyaseta mêtingerî û sicila wê ya tijî sûcên li dijî gelên herêmê ye, ew jî bi destpêkirina aloziya Sûriyê û dagirkirina bajar û xaka Sûriyê re mîna Bab, Ezaz, Cerablus, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ye.

Dema ku jin di xetên pêşîn de şerê terorê nexasim li Kobanê kir, parastina tevahî mirovahiyê kir û hê jî ji bo pêşeroja tevahî gelên herêmên dike, civaka navneweteyî li hember van sûcan bê deng e û nalive.

Em Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê êrişa hovane ya li dijî çalakvan û sivîlan şermezar dikin, bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û bi berpirsyariyên xwe li hember rawestandina alava kuştinê ya Tirk tevî peyman û biryarên navneteweyî, rabin. Her wiha bang li DYA û Rûsyayê dikin ku bi erkên xwe yên agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabin û fişarê li dewleta Tirk a faşîst bikin ku êrişên xwe li dijî gelên herêmê rawestîne.

Em soz didin gelê xwe ku dê li ser şopa têkoşînê di oxira rûmet û azadiyê de bimeşin û bang li hevgirtinê dikin, bi taybet jin ku li hember êrişên Tirkiyê yên bênavber li dijî herêmên me bisekinin.”

(fr)